Erebistana Siûdiyê: Em piştrast in ku li pişt êrîşan Îran heye

Erebistana Siûdiyê: Em piştrast in ku li pişt êrîşan Îran heye

Erebistana Siûdiyê derbarê êrîşên ser saziyên petrolê yên kompaniya Aramco ya Siûdiyê de ragihand ku di êrişê de firokeyên bêpîlot ên Îranê hatine bikaranîn û ew piştrast in ku ew êriş ji aliyê Îranê hatine piştgirîkirin.

A+A-

Berdevekê Wezareta Berevanî yê Erebistana Siûdiyê Turkî El Malîkî debarê derbarê êrîşên ser saziyên petrolê yên kompaniya Aramco ya Siûdiyê de daxuyanî da û diyar kir ku di êrîşan de firokeya bêpîlot ji cureya Delta-Wing a bi navê “Ya Elî” hatiye bikaranîn.

Turkî El Malîkî got: “Di êrîşm ser saziyên petrolê yên kompaniya Aramcoyê de firokeyên bêpîlot ên Îranî hatine bikaranîn. Êriş ji hêla bakur ber bi başûr ve hatine kirin û em piştrast in ku ji aliyê Îranê ve hatine piştgirîkirin. Êrîşên ser li ser tesîsên Bekîk û Harisê berdewamiya wan êrişên ku berî jî Îranê piştgiriya wan kiriye.”

Malîkî destnîşan kir ku êriş ne tenê dijî welatên wan bûye, di heman demê de yek ji armancên êrîşan têkbirina ewlehiya enerjî û civaka nawneteweyî ye.

Di êrişê de 18 firokeyên bêpîlot û 7 mûşekên cruiseyê hatine bikaranîn

Bi gotina Malîkî di ser saziyên petrolê yên kompaniya Aramco ya Siûdiyê de 18 firokeyên bêpîlot û 7 mûşekên cruiseyê hatine bikaranîn.

Berdevekê Wezareta Berevanî yê Erebistana da zanîn ku Supay Pasdarên Îranê di meha Sibatê de bûne xwediyê mûşekên pêşketî yên ji cureya cruiseyê.

Malîkî bermahiyên di êrişê de hatine bikaranîn nîşan da û bibîr xist ku ji bo zelalkirina cihên ku mûşek jê hatine avêtin bi alîkariya aliyên navneteweyî lêpirsîn û lêkolîn berdewam in.

Di heman demê de Malîkî got bila hêza berevaniya Erebistana Siûdiyê biçûk neyê dîtin û pêştir 200 mûşekên balîstîk ên Husiyan avêtine pûç derxistine.

Di 14ê Îlona 2019an de firokeyên bêpîlot ên çekdar êrîşî 2 tesîsên kompaniya Aramco ya Siûdiyê ya petrola neteweyî kirin û piştî êrîşê agir bi tesîsan ketibû û hilberîna petrolê ji bo demekê hatibû sekinandin.

Hûsiyan bi daxuyaniyeke nivîskî ew êriş li xwe girtibûn.

RÛDAW

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin