Ereban êrîşê gundekî kurdan kir!

Ereban êrîşê gundekî kurdan kir!

Îro 16.07.2019ê hin erebên ku anîne Dubizê avêtin ser gundekî kurdan ê Dubiz a ser bi parêzgeha Kerkûkê û xwestin gund dagir bikin.

A+A-


Îro 16.07.2019ê hin erebên ku anîne Dubizê avêtin ser gundekî kurdan ê Dubiz a ser bi parêzgeha Kerkûkê û xwestin gund dagir bikin.
Qaymeqamê qeza Dubizê yê rewa Ebdula Nûrî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Erebên ku anîne Dubizê avêtine ser gundê Qeredere ya ser bi Dubizê û xwestine gund dagir bikin.’’
Herwaha diyar kir: ‘’Ew erebên ku hatine wî sînorî ser bi eşîreta Dîlemî ne.’’
Qaymeqamê rewa yê Dubizê got: ‘’Wan ereban xwestina hin cîha destnîşan bikin bo ku li sînorê wî gundî de xaniyên nû ava bikin. Lê ji aliyê rûniştvanên gund ên resen ve (kurdan) rêgirî li wan hatiye kirin û niha xelkê gund û erebên anîne deverê li hember yek rawestane.’’
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin