Erê! Eşîrên me li ber serokê ‘dewleta’ xwe ne!

Erê! Eşîrên me li ber serokê ‘dewleta’ xwe ne!

Aslan him serokê federasyona eşîran e him jî serokê AKPê yê Ipekyoliya navçeya Wanê ye

A+A-

Li derûdora wilayeta Wanê li bakurê Kurdistanê temsîldarên 23 êşîran; Gravî, Ezdînan, Gevdan, Alan, Jîrkî, Mamhuran, Şidan, Mehmet Pîran, Haviştan, Helilan, Begên Gevaşî, Grentaş, Brukî, Korhusenî, Mîlan, Ozvanî, Hanî, Bekiran, Şemsikan, Arvasî, Menzik, Celalî û Pinayaniş hatine ba hev û li ser navê wan Rasim Aslanê ku him serokê federasyona eşîran e û him jî serokê rêxistina AKPê yê navçeya Ipekyolû yê Wanê ye axaftîye û gotîye  ew  wek federasyona qedîm ya eşîran birayar girtine ku ji bo yekîtîya milet û dewleta xwe ew ê di referandûma 16ê Nîsanê de dengê erê bi kar bînin.

Aslan di berdewamîya axafina xwe de pesnê dewleta xwe û serokê dewlata xwe daye û gotîye; Tirkiye dê bi sîstema serokomarîyê hin xurttir bibe û ne tenê li rojhilata navîn û li hemû cografyaya îslamî û ji kijan dinî dibe bila bibe dê  dewleta wan bibe cî û warê mazluman.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin