Erê, em dijminê azadî û serxwebûna xwe dinasin. Lê..

Erê, em dijminê azadî û serxwebûna xwe dinasin. Lê..

Li ser navê rêxistina PAKê ya li Danîmarka Mirza Akar bi peyameke êş û xemgînîya xwe anî ziman.

A+A-

Erê, em dijminê azadî û serxwebûna xwe dinasin. Lê..

Duho 27 Kanûn 2016 li Kopenhagina paytexta Danîmarka, Bi boneya êrîşa terorîstane ya dewleta Îranê ya dijminê doza azadî û serxwebûna Kurdistanê ya li dij baregahên HDK ya li Koye ku di êvara 20 ya serbi 21 ê Kanûna 2016 de qewimî bû û di encam de 7 pêşmerge şehîd û 4 jî birîndar bibûn, ji alîyê HDK ve merasimekî matemînî hat pêkhanîn.

Partîya Azadîya Kurdistanê-PAK beşdarên vê mersimê bûn, li ser navê rêxistina PAKê ya li Danîmarka Mirza Akar bi peyameke êş û xemgînîya xwe anî ziman.

Hezar silav li şehîdên doza azadîya xak û alaya Kurdistanê,

Hezar silav li têkoşer, qehreman û canfîda pêşmerge û şervanên ku di senger de ala û xaka Kurdistanê diparêzin.

Silav bo êwe kadir, endam û layangîrên HDK

Silav bo we xuşk û birayên welatperwerên ku niha li vir bo ev kore matemînî amade ne.

Belê, hefteyekî berê niha (20 Kanûn 2016), li nav axa Kurdistanê û baregeha HDK ji alîyê dewleta Îslamî ya Îran ya dagirkerê beşekî ji welatme ve, êrîşekî terorîstî rû da û di encama vî êrîşa nemirovane û dijminane de 7 pêşmerge şehîd bûn û gelek birîndar jî hene.

Dijmin û faîl dîyare û eva ne cara yekem e ku bi vî cûreyî tevdigere. Nimûneyên vî jî gelekin.

Xuşk û birayên niştiman perwer;

Du armancên serekî ya vî êrîşa terorîstî hene; ya yekem, helwesta li dij hewlên serxwebûna Kurdistanê ye. Ku bi vî dijminayetîya xwe, ji me re aşkere dibêje, em rê nadin serxwebûna we.

Ya duyem jî, li dij tevger û lebatên hêzên me ku ji nû ve li Rojhilatê welatê me destpê kirîye ye. Û dîsa dixwaze ji mere bibêje ku, ew dikare di nav mala me de jî li me bixe.

Ma, her roj welat perwrên kurd ji alîyê vî dijminî ve nayêne sêdare kirinê, di zindanan de nayêne êşkence kirinê. Tecawûzên keçên kurd nayêne kirinê...ûwd,ûwd.

Erê em qisaê xwe, dijminê azadî û serxwebûna xwe dinasin. Lê, li hember kiryarên wî yên dijminane, em ne yekin. Me karê navmala xwe pêkneanîye. Yekîtîya me tine. Hevkarîya me tine. Ya jî wek pêwîst nîne. Ma malxirabîya esas ne eve?

Hevalino;

Eger ku em birastî dixwazin li dij van êrîşan û di doza azadîya xwe de biser bikevin. Destkeftîyên xwe biparêzin, divê, em karên yekîtî, hevkarî û bihevre jîyana navmala xwe pêk bînin. Eger na dê halê me tim wiha be.

Dostên hêja;

Em wek Partîya Azadîya Kurdistanê-PAK, pêwistî pê nabînin ku bêjin; em hevxemê xem û êşa we ne. Ji ber ku, ew xem û ew êş ya me bixwe ye.

Bi van hest û helwestan. Dubare hezar silav li canê pak yên şehîdên Kurdistanê. Emê, bi azadî û serxwebûna Kurdidtanê ruhê we yên pak şad kin...

Bijî yekîtî û hevkarîya Kurdistanîyan!

Bijî Pêşmerge!

Bijî Kurdistan!

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin