Erdoganî dîsa Serokê Banka Navendî ji kar dûr xist!

Erdoganî dîsa Serokê Banka Navendî ji kar dûr xist!

.

A+A-

Serokê Banka Navendî yê Tirkiyê Murat Uysal bi biryarnameyeke serokomariyê ji erkê xwe hat dûrxistin û Nacî Agbal hat danîn.

Biryara guhertina Serokê Banka Navendî yê Tirkiyê bi îmzeya serokomarê wî welatî Recep Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî de hat belavkirin.

Li gor wê biryarê Serokê Banka Navendî Murat Uysal ji kar dûrxistin û li şûna wî Nacî Agbal ku berî niha Serokê Budce û Stratejî yê Serokomariyê bû, hat danîn.

Murat Uysal berî 16 mehan bi biryara Recep Tayyîp Erdogan li şûna Murat Çetînkaya hatibû erkdarkirin. Ev di dîroka Tirkiyê de yekem car e ku di nava heyama 16 mehan de 2 serokên Banka Navendî tên guhertin.

Nacî Agbal ku Serokê Nû yê Banka Navendî ye, sala 2015an ji Bayburtê bûbû parlamenterê AKPê û di hikumeten 64 û 65an de Wezîrê Darayî bû.

Ev biryara guhertina Serokê Banka Navendî di demekê de ye ku lîreyê Tirkiyê li hember diravên biyanî di asta xwe ya herî nizim de ye û roj li pey rojê nirxê xwe ji dest dide.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin