Erdoğanî bersiva Bahçeliyî da: Herkes li ser rêya xwe!

Erdoğanî bersiva Bahçeliyî da: Herkes li ser rêya xwe!

Serokomarê Tirkiyê îro bal kişand ser mijara sonda xwendekarên dibistanan û got, "Li gor me sonda herî mezin û karîger a miletê me Marşa Îstîklalê (Sirûda Serxwebûnê) ye."

A+A-

Serokomarê Tirkiyê  Recep Tayyip Erdogan îro 23ê Cotmahê di civîna partiya xwe ya li parlamnetoyê de li ser mijarên di rojevê de axivî.

 

Recep Tayyip Erdogan behsa biryara careke din anîna sonda xwendekarên dibistanê kir û got, "Li gor me sonda herî mezin û karîger a miletê me Marşa Îstîklalê (Sirûda Serxwebûnê) ye." Ji derveyî Marşa Îstîklalê em wekî din sondan nas nakin û em dê nas nekin."

 

Erdogan got, "Em berdin bila Tirk bi Tirkbûna xwe, Kurd bi Kurdbûna xwe, Laz bi Lazbûna xwe, Roman bi Romanbûna xwe, Çerkez bi Çerkezbûna xwe, Abaza bi Abazabûna xwe serbilind bin lê ti caran em vê yekê neyine sînorê nijadperestiyê. Gava hûn vê yekê bikin, hûn cudaxwaziyê dikin."

 

'Her kes li ser rêya xwe'

 

Erdogan di axavtina xwe de behsa rêvektina di navbera MHPê û AK Partiyê de kir û got, "Em Rêkevtina Cumhûrê wek yek ji deskevtiyên herî mezin ên van salên dawî dibînin û em dixwazin veguhezînin paşerojê. Me ti tiştek nekir, ku zirarê bide rihê vê rêkevtinê."

 

Di derbarê daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî de jî Serokomarê Tirkiyê got: "Ger bo hilbijartinên şaredariyan dibêjin, ‘em li ser rêya xwe’, em jî dibêjin, ‘her kes li ser rêya xwe’." 

 

Recep Tayyip Erdogan herwiha li ser hilbijartina şaredariyan amaje bi wê yekê kir, ku ew dê dest bi amadehiyên xwe bikin û demildest berbijêrên xwe yên bo şaredariyan diyar bikin.

 

Bûyer bi plansazî rûdaye

 

Serokomarê Tirkiyê di beşeke axavtina xwe de jî bi taybetî li ser bûyera rojnamevanê Erebistana Siûdî Cemal Xaşiqcî rawestiya û wisa axivî:

 

 "Tê fêmkirin ku agahiya di derbarê serdana Xaşiqcî de bo tîma planker a kuştinê hatiye dayîn. Plansazî û nexşerêyek li vir dest pê dike, wê demê 3 tîm lêkolînê dikin, ku yek ji wan ji 15 kesan pêk tê û bi firokeyeke taybet ji Erebistana Siûdî tê Stenbolê û li konsulxaneyê hevdu dibînin û hard dîska li konsulxaneyê ji cihê xwe tê derxistin.

 

Piştî lêkolîna li ser kamerayê ew encam derdikeve holê ku Xaşiqcî ji konsulxaneyê derneketiye. Li gel lêkolîna hêzên ewlehî û îstixbaratê dozgeriyê jî dest bi lêkolînê kir û zanyariyên balkêş bi dest dikevin. Ji destpêkirina rojekê beriya bûyerê 15 endamên îstixbarat, ewlehî û tiba edlî tên welatê me."

 

Erdogan destnîşan kir ku wan ji rayedarên Erebistan Siûdî re gotine, ew dê li hemberî vê bûyerê bêdeng nemînin û got, "Piştî 17 rojan rêveberiya Erebistna Siûdî qebûl dike ku Xaşiqcî li avahiya konsulxaneyê hatiye kuştin. Di heman rojê de me li gel Şah hevdîtinek kir û anî ziman ku 18 kesên beşdarî kuştinê bûne, hatine girtin. Hat tesbîtkirin ku navên bo me hatine dayîn, heman wan navên beşdarî bûyerê bûne. Daxwaza min e ku ew 18 kes li Stenbolê werin darizandin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin