Erdogan: Xwezî Esed bihatiba Ozbekistanê

Erdogan: Xwezî Esed bihatiba Ozbekistanê

.

A+A-

Hat diyarkirin ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê Serokomarê Sûriyê Beşar Esed de gotiye, “Xwezî ew bihata Ozbekistanê, min dê hevdîtin pê re kiriba”.

Nivîskarê rojnameya Hurriyet a Tirkiyê, Abdulkadir Selvî di nivîsa xwe ya îro de ragihandiye ku Erdogan beriya serdana xwe ya bo Ozbekistanê û beşdariya di Lûtkeya Rêxistina Hevkariya Şanghayê de, tevli civîna Lijneya Rêvebir û Navenda Biryarê ya AK Partiyê bûye û li ser asayîkirina peywendiyên navbera Enqere û Şamê û egera hevdîtina xwe bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re axiviye.

Li gor zanyariyên ku Hurriyetê belav kirine, Erdogan di wê civînê de gotiye ku xwezî Beşar Esed bihatiba Ozbekistanê û wan bi hev re hevdîtinek kiriba.

Di nivîsa xwe de Abdulkadir Selvî derbarê gotinên Erdogan ên di civîna partiya xwe de wiha dibêje:

"Xwezî Esed bihata Ozbekistanê, min dê hevdîtin pê re kiriba. Lê nikare were wir. Ji ber wî, ji ber helwesta wî, Sûriye ber bi parçebûnê ve diçe.”

Ji bo parastina desthilatdariya xwe bi dijberan re şer kir. Wî hilbijart ku desthilata xwe biparêze. Wî hizr li parastina herêmên di bin kontrola xwe de kir. Lê wî nikarîbû axa mezin biparêze.

Selvî dibêje, piştî wan axavtinan Erdogan careke din got, “Xwezî Esed bihata Ozbekistanê û me hevdu dîtiba” û diyar kir, “Min ew rûbirû jê re gotin. Me wê demê jê re got, binêre eger hûn wisa bikin dê Sûriye parçe bibe. Ew wiha fikirî ku dijber gelek in lê bê çek in.

Wî guh neda hişyariyên me. Lê wî nedifikirî ku Amerîka, Rûsya têkevin wir. Wî parastina herêma di bin desthilata xwe de hilbijart, lê nekarî axa mezin a Sûriyê biparêze.”

Li ser vexwandina Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo beşdariya di Lîtkeya Rêxistina Hevkariya Şanghay de serdana Ozbeksitanê kiriye.

Lûtkeya Rêxistina Hevkariya Şanghay di 15-16 Îlonê de li bajarê Semerqend (Semerkand) ê Ozbekistanê tê lidarxistin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin