Erdogan û Putîn wê çi biaxivin?

Erdogan û Putîn wê çi biaxivin?

Li gor agahiyan, di acendaya serdana Erdogan de, mijarên weke Navçeya Aram a li Rojavayê Kurdistanê û pêşhatên dawî yên serbazî li Idlibê hene.

A+A-

Îro sêşemê Serokmarê Tirkiyê serdana Rûsyayê dike û ligel serokê wî welatî Vladimir Putin dicive, li gor agahiyan, di acendaya serdana Erdogan de, mijarên weke Navçeya Aram a li Rojavayê Kurdistanê û pêşhatên dawî yên serbazî li Idlibê hene.

 

Dosyeyên girêdayî rewşa Sûriyê, li derveyî wî welatî, bêhtir jê ku li hundirê wî, têne gotûbêjkirin. Aliyên sereke di wan gotûbêjan de, Amerîka, Rûsya, Tirkiye û Îranê ne.

 

Di çarçoveya wan tevger û gotûbêjan de, niha 2 mijarên sereke di rojevê de ne: Navçeya Aram li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, û rewşa Idlib û pêşhateyên nû yên pêwendîdar bi wê deverê ve.

 

Ji bo heman mebestê, serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan, li Moskowê ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dicive.

 

Di acendaya serdana Erdogan de, hejmarek ji mijaran heye ku wê ligel û Putin, danûstandinê li ser wan bike. Yek ji dosyeyên sereke yên vê serdanê, mijara Idlibê ye û di nav de jî pêwendiyên herdu welatan, di çarçoveya wê dosyeyê de.

 

Herwiha bandora pêşhateyên nû yên girêdayî Idlibê, li ser wan pêwendiyan, bi taybetî, derbarê xalên çavdêriyê yên Tirkiyê, ku hêzên Rûsî û sûrî raserî wan bicih bûne û ji Enqereyê tê xwestin ku 3 xalan ji wan, ji wê deverê veguhêze.

 

Derbarê êrîşa dawî ya hêzên Artêşa Sûriyê, li başûrê Idlibê, serokomarê Tirkiyê çend roj berî niha di pêwendiyeke telefonî de ligel hevtayê xwe yê rûsî, ev êrîş weke ziyanekê li ser erkên dîtina çareyekê ji bo Sûriyê û weke gefekê li ser ewlehiya Tirkiyê, bi nav kiribû, bi taybetî piştî ku Artêşa Sûrî bajarokê Xan Şêxûn kontrol kir.

 

Ev kontrolkirin, ji aliyê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov ve weke “kontrolkirineke rewa” hate binavkirin.

 

Di encama rewşa nû de, xala nehem a çavdêriyê ya Tirkiyê li bajarokê Morek li başûrê Idlibê, herwiha xalên Surman û Til Toqan ketine rewşekê ku êdî ji Tirkiyê tê xwestin wan xalan ji başûrê Idlibê veguhêze, bi wateya derketina hemû hêzên Tirkiyê ji başûrê Idlibê.

 

Tê pêşbînîkirin ku di nav acendaya serdana xwe de, Erdogan mijara Navçeya Aram jî gotûbêj bike.

 

Herwiha sîstema berevaniya ezmanî ya S-400, ku hevdem ligel vê serdanê beşê duyem ji wê sîstemê digihêje Tirkiyê.

 

Tê pêşbînîkirin ku serokê Rûsya jî mijara rêya navdewletî ya M5 ku Idlib û Hemayê digihîne hev û rêya M4 ku Helebê digihîne Şamê, ligel serokê Tirkiyê gotûbêj bike.

 

Li gorî zanyariyan 16 Îlona bê, li Enqereyê jî lûtkeyeke sêalî wê di navbera hersê welatên garantor, Rûsya, Tirkiye û Îranê de, bê lidarxistin.

 

  

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin