Erdogan û Esad di huzûra Putîn de dicivin

Erdogan û Esad di huzûra Putîn de dicivin

Civîna Erdogan û Esad di heftiya dawîn a meha îlonê de pêk tê. Rûsya û Tirkiye li ser pirsa çareseriya Sûriyê bi temamî lihev kirine.

A+A-

Li gor nûçeya Rûdawê civîna civîna Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Sûriyê niha bûye rojev û li gorî agahiyan, Serokê Ewlekariya Nîştimaniya Sûriyê niha li moskowê ye û amadekariyan ji bo wê civînê dike. Li gor agahiyên ne fermî, Serokê Rêveberiya Ewlekariya Niştîmanî ya Sûrî Elî Memluk  mêvanê Kremlînê ye.

Şêwirmendekî Rûsî îddîa dike ku Moskova û Enqere li ser pêşeroja Sûriyê bi temamî lihev hatine û Amerîka jî ne li dijî wê lihevkirina di navbera wan de ye. Li gor lihevkirinê Esad li ser erkê dimîne û ev bi dilê Amerîkayê ye jî. Çavkaniyên nêzî Kremlînê îdîa dikin, ku armanca serdana Elî Memluk  amadekirina hevdîtina Esed û Erdogan e.

Berpirsê beşa Erebî ya Dibistana Bilind a Aboriyê  Andrey Çuprigîn jî Rûdawê re got: "Di rêkeftina Pûtîn û Erdogan de yek ji mercên Rûsya ji bo Tirkiyeyê  ew bû ku dev ji êrîşên dijî Esed berde. Erdogan vê mercê qebûl kir û amadeye li gel Esed rûne.  Di rewşekî wisa de mayîna Esed li  desthilatê di berjewendiya Tirkiyê de ye jî. Ji ber ku Esed nehêle ku  li bakûrê Sûrî dewletekî Kurdî bê damezrandin. "

Rawêjkarê dewletê Modest Kolrov jî tekez dike ku Moskow û Enqere li  ser dahatûya Sûriyê  êdî li hev kirine û Amerîka jî ne dijî vê rêkeftinê  ye.

Tê ragihandin ku hevdîtina Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Sûriyê Beşar Esed di dawiya meha îlonê de pêk tê û armanca serdana Elî Memluk  jî zelalkirina  hêlên teknîkî yên wan hevdîtinan  e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin