Erdoğan û Barzanî tekezî li ser xurtkirina têkiliyan kir

Erdoğan û Barzanî tekezî li ser xurtkirina têkiliyan kir

Hate ragihandin di dema merasîma sondxwarina Erdoğanî de Serokwezir Barzanî û Serokomar Erdoğan, tekezî li ser başkirina pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê kir.

A+A-

Di dema merasîmê de Serokê Tirkiyê Erdogan pêşwazî li Serokwezîr Barzanî kir. Di hevdîtineke kurt de Barzanî ji ber dest bi karkirinê pîrozbahî li Erdogan kir.

 

Li gorî daxuyaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Erdogan tekezî li ser peywendiyên dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de kirine û herwiha bal kişandine ser başkirina peywendiyên dualî.

 

Li gorî daxuyaniyê Serokwezîr Barzanî li Enqereyê li gel serokomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gul, serokwezîrê berê yê Tirkiyê Bînalî Yildirim, Serokê Sûdanê Omer el-Beşîr, Mîrê Qeterê Tamîm bin Hemed el-Sanî, Serokwezîrê Filistînê Ramî Hemdullah, Serokwezîrê Tatarîstanê Aleksey Besoşîn, şanda Komara Îslamî ya Îranê, şanda Montenegro, şanda Îtalya, şanda Azerbaycanê û herwiha, li gel wezîrên derve, enerjî û aborî yên Tirkiyê jî hevdîtin pêk anîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin