Erdogan rêjîma Sûrîyê tehdîd kir – Rûsyayê yekser bersiv da!

Erdogan rêjîma Sûrîyê tehdîd kir – Rûsyayê yekser bersiv da!

Serkomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan rêjîma Sûrîyê tehdîd kir û ragihand, eger heta dûmahîkê vê mehê ji Idlibê dernekevin dê êriş bikin! Rûsyayê jî bersiva Erdogan da.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan - Serkomarê Tirkîyê û serokê giştî yê AKPê, Recep Tayyip Erdogan îro di civîna firaksyona partîya xwe de li parlementoya Tirkîyê axivî. Erdogan di axaftina xwe de behsa rewşa Sûrîyê bi taybet şer û alozîyên ku li herêma Idlib ya Sûrîyê di navbera wan û rêjîma Sûrîyê de derketîye, kir û ragihand, wan amadekarîyên xwe kirine û li bendê hêzên rêjîma Sûrîyê ji wan derên ku pêşde çûne, vekişin. Eger wisa nebe ewê êriş bikin.

Erdogan her wiha got, şevekî emê ji nişkave êriş bikin. Yanê operasyona Idlibê her kêlîyekê dibe ku pêk were.

Serkomarê Tirkîyê berîya niha jî gotibû, eger rêjîma Sûrîyê heta dûmahîka vê mehê ji Idlibê dernekeve wê çaxê dê êriş bikin. 

Piştî gef û gotinên Erdogan, berdevkê koşka serokatîya Rûsya, Kremlîn, Dimitry Peskov ragihand, eger qesta wan ji operasyonê, nehîştina rêxistinên terorîst be ew ji xwe rewa ye lê eger êrişî hêzên hikûmeta Sûrîyê bikin wê çaxê ew dibe xirabtirîn senaryo.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin