Erdogan: Pûtîn ji bo çareseriya Sûriyê Esad nîşan dide

Erdogan: Pûtîn ji bo çareseriya Sûriyê Esad nîşan dide

.

A+A-

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di firokeya vegera Rûsyayê de bi rojnamevanan re civiya. Erdogan diyar kir ku Pûtîn di mijara Sûriyê de Beşar Esad nîşan dide, “Ji me re dibêje; 'Eger hûn bi rejîmê re heta ku ji destê we tê meseleya çareser bikin dê gelekî rasttir be'. Em jî dibêjin rêxistina me ya îstîxbaratê ji xwe bi îstixbarata Sûriyê re van mijaran diaxive lê meseleya girîng ew e encam were bi dest xistin.”

Erdogan diyar kir ku wan serdana Soçiyê li ser vexwendina Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn temam kir û anî ziman, “Piştî hevdîtina bi Pûtîn re ya di 19ê Tîrmehê de li Tehranê, me li Soçiyê têkiliyên xwe yên dualî û mijarên navneteweyî bi hûrgilî nirxand. Min Pûtîn ji bo ku civîna bê ya Hevkariya Asta Bilind li Tirkiyê pêk were, vexwend.”

Erdogan diyar kir ku Pûtîn ji bo çareseriya Sûriyê Beşar Esed nîşan dide û got, “Putin di vê mijarê de li hemberî Tirkiyê nêzîkatiyeke dadperwer diparêze. Bi taybetî diyar dike ku ew ê di têkoşîna li dijî terorê de her tim bi me re bin. Dixwaze bibêje, “Eger hûn bi rejîmê re van meseleyan çareser bikin, heta ku ji destê we tê, ev yek dê rasttir be.” Em jî dibêjin ku rêxistina me ya îstîxbaratê ji xwe bi îstixbarata Sûriyê re van pirsgirêkan diaxive lê meseleya girîng ew e encam were bi dest xistin.”

"Me bi birêz Pûtîn re li ser rubleyê li hev kir"

Erdogan di vegera Rûsyayê de got, “Wek Tirkiye deriyê me ji her kesî re vekirî ye. Kî bixwaze li welatê me veberhênanê bike, em piştgiriyê didin wan. Ji ber ku Tirkiye ne tenê di van geşedanên dawî de, li cîhanê jî deriyê herî vekirî yê aboriya bazara azad e. Helbet di vê serdana Soçiyê de tiştekî baş ew bû ku; me bi birêz Pûtîn re li ser rubleyê li hev kir.

Ji ber ku em ê van danûstandinan li ser rûbilê bikin, helbet ew ê di xala darayî de di navbera Tirkiye û Rûsyayê de wekî çavkaniyeke hêzê ya cihêreng bi ser bixe. Kerta Mîr ya Rûsyayê jî heye. Niha, pênc bankên me li ser vê yekê dixebitin. Li vir jî pêşketinên cidî hene. Ev, bê guman, ji bo geştgayên ku ji Rûsyayê tên pêvajoyeke pir rehet e. Ew dikarin danûstandinên xwe û heqê otêla xwe bi wan bidin. Bê guman, ev hem ji bo wan hem jî ji bo me pergaleke pir, pir rehet e. Di vê serdanê de Serokê Banka Navendî ya Rûsyayê û Serokê Banka Navendî ya me jî hevdîtinên xwe pêk anîn.”

Bombebarana Zaxoyê

Erdogan li ser bombebarana Zaxoyê jî got, “Berê hem Wezareta Derve û hem jî Wezareta Berevaniyê daxuyanî dabûn. Ev yek ji êrîşên diyar ên PKK ya rêxistina terorê ye. Çawa ku berê jî tiştên wiha kirin û piştî wê reviyan, rêyên wekî ku neyên dîtin hilbijartin, niha jî li vir, piştî ku êrîşên wiha dikin, yekser Hêzên Çekdar ên Tirk û Tirkiyê sûcdar dikin.

Em li pişt daxuyaniyên xwe yên di vî warî de ne. Helbet Rêveberiya me ya Ragihandinê jî ev tişt ji welatên cuda yên Ewropayê û bi taybetî Amerîkayê re gotiye û pêvajo bi vî awayî didome. Ji kêliya yekem ve me ji wan re got ku em dikarin bi axaftin, hevdîtin û danûstandina bi muxatabên xwe yên herêmê re di her warî de alîkariya wan bikin û ji bo eşkerekirina vê bûyerê çi ji destê me bê em ê bikin. Ev pêşniyar hîn jî heye. Wan jî spas kirin.”

Erdogan her wiha anî ziman, “Me ji wan re jî anî ziman ku eger bixwazin em dikarin piştgiriya tenduristiyê bidin birîndaran.”

Serdana Kiliçdaroglu ya Roboskiyê

Erdogan li ser serdana Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kilicdaroglu ya bo malbatên qurbaniyên Roboskiyê jî anî ziman, “Hûn dizanin, ez bi malbatên, birayên me yên ku di wê bûyerê de li Qilebanê mirin re hatim cem hev. Di vekirina Firokexaneya Şerafettîn Elçî ya Şirnexê de min bi wan malbatan re hevdîtinek kir. Min bi xwe hevjîna xwe şand Qilebanê. Hevjîna min çû Qilebanê û li cihê bûyerê bi malbatên li wir re hevdîtin kir. Ji ber vê yekê jî weke Bay Kemal nêzîkatiyeke me ya wek li cihê ku oportunîzm hebe û dema dema oportunîzmê hat em bi wan re bên cem hev nîne.

Bay Kemal behsa helaliyê dike. Tu bi vê gotinê xwe eşkere dikî. Çi ye ew? Heger deynê te li yekî be tu yê biçî helaliyê bixwazî. Ev tê wê wateyê ku hûn di van mijaran de aliyek in. Ji xwe rewşeke wisa heye. Ji bo wê jî helalî divê. Pirsgirêkeke me ya wiha ya helaliyê nîne. Ji ber ku me li hember hemwelatiyên xwe çi ji destê me bê me kiriye û dikin û em ê di pêşerojê de jî bikin. Di warê mafên welatiyan de ti pirsgirêkên me nîne, em bi vê bawer in. Bi taybetî ji ber ku me şaredariya wê derê bi dest xist, ev çawa dibe.”

Werger: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin