Erdogan: Operasyona Qendîlê destpê kir

Erdogan: Operasyona Qendîlê destpê kir

Serokê Tirkiyê Receb Teyip Erdogan ragihand, ku operasyona Qendîlê destpê kiriye.

A+A-

Erdogan li bajarê Nîgdeyê axifî û got: Me bi 20 firokeyan êrîşê Qendîlê kir û me 14 bingehên PKKê jinav bir. Bi vê operasyonê şerê li dijî PKKê li Qendîlê destpê kiriye.

Herwiha Erdogan got:

"Bînin bîra xwe, min gotibû Qendîl. Min gotibû Şingal. Li dijî van deveran jî me dest bi operasyonên xwe kiriye. Me bi 20 firokeyên xwe 14 bingehên giring yên PKKê jinav biriye. 20 firokeyên me çûn li wan xistin û vegeriyan. Wê ev operasyon berdewam bike. Qendîl li dijî welatê me kaniya gefê ye û armanca me tinekirina wê ye. Me çawa Efrîn, Bab, Cerablus û Ezaz paqij kiriye, emê Qendîlê jî paqij bikin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin