Erdogan: Li Tirkiye krîz nîne

Erdogan: Li Tirkiye krîz nîne

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihand: Wan bi rêkeftina digel Rusyayê, ji bo Îdlibê gaveke aşitiyê avêtin e û xwestin e dawî bi rijandina xwînê bînin.

A+A-

Erdogan bi boneya Roja Xaziyên Tirkiyê, li Koşka Serokomariyê digel xaziyan hate ba hev û di derbarê rêkeftina wan ligel Rusyayê de got: Ew armanc dikin li Îdlibê aştiyeke mayînde ava bikin.

“Me got bila êdî li Îdlibê xwîn nerije. Bila êdî dawî li rûndika çavan were. Çi gav pêwîst be, em dê bavêjin. Ji bo vê yekê me 12 xalan rêz kir û peymana Îdlibê îmze kir. Ev hewldan ji bo aşitiya derveyî sînorê me gavek bû. Em hêvî dikin dê berdewam bike”.

Erdogan herwiha balê kişand li ser rewşa aboriyê û got: Li Tirkiyê krîz aborî nîn e. Tenê dijî aboriya wan destwerdanek heye. Di baziraganiya nav xwe de nabe Dolar û Euro werin bikaranîn. Ger kesên ko li şûna Lîreya tirkî Dolar bikarbînin, dê baca wê bidin.

“Behsa krîzê tê kirin. Qet bawer nekin. Ev, dijî aboriya me destêwerdan e. Di aboriya me de krîz nîn e. Em bi awayeke hêzdar ber bi siberojê ve dimeşin. Hêza me dê zêdetir jî bibe. Guh nedin derew û desttêwerdanan. Êdî li vî welatî kirêkirina xanî û avahiyan ne bi dolar û euro ye. Li vî welatî êdî lîreya tirkî derbas dibe. Êdî, di her tişt de lîreya tirkî dê were bikaranîn”.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin