Erdogan li ser Minbicê: "Xebateke psîkolojîk e"

Erdogan li ser Minbicê: "Xebateke psîkolojîk e"

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoganî li ser ketina artêşa Sûriyê bo Minbicê got: "Ev xebateke psîkolojîk e. Hê rewş ne teqez e.Mesele ne tenê Minbic e, paqijkirina terorîstan e."

A+A-

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğanî li ser ketina Artêşa Sûriyê û daçikandina alaya Sûriyê li navenda bajarê Minbicê nirxand û got: Hêj rewşeke teqez nîne. Mesele ne tenê Minbic e bes paqijkirina terorîstan e."

Erdoganî herwiha di daxuyaniya xwe de got:" Sûriyê, ji bo Minbicê, di nav xebateke psîkolojîk de ye."

Erdogan wisa axivî: "Em dizanin ku Sûriyê, li Minbicê di nav xebat û çalakiyên psîkolojîk de ye. Em dizanin alaya xwe daçikandiye li wirê. Tiştekî teqez li holê nîne. Beriya demjimêrekê em bi hevalên xwe re axivîn. Tiştekî teqez nîne."

Erdoganî da zanîn wan bergiriyên xwe kiriye û dibe ku şanda ku dê sibê biçe Rûsyayê, digel Pûtînî rûbirû hevdîtinan bike û hêzên Tirk li herêmê çalakiyên xwe berdewam dikin û gavên pêwîst avêtine.

Li aliyekî din, Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyê jî daxuniyeke bi nivîskî weşand û bertek nîşanî geşedanên dawîn da.

Di daxuyaniyê de wisa hat gotin: "Li ser Minbicê, hin daxuyanî tên ku rasteqîniya wan biguman in. Mafê YPG/PKKê ku bi zordariya çekdarî herêmê kontrol dikin tune li ser navê gel daxuyaniyê bide gazî hin hêmanên din bike. Em ji nêz ve vê mijarê dişopînin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin