Erdoğan li ser daxwaza Demîrtaşî got...

Erdoğan li ser daxwaza Demîrtaşî got...

Namzedê Serokomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ji namzedêCHPê Muharrem Înce daxwaz kiribû ku her namzed bila hefteyek li zîndanê bimînin,Erdogan jî got: “Min dora xwe ya zindanê derbas kir." Ez dizanim zindan çi ye."

A+A-

Çarşema borî namzedê CHPê Muharrem Înce li girtîgehê serdana Selahadîn Demirtaş kiribû. Di wê hevdîtinê de Demirtaş ji Înce re got: “Hûn azad in, li derve ne û bi dilê xwe li hemû bajaran bangeşeya hilbijartinan dikin, lê ez li zîndanê me, ji ber vê yekê ji bo ku pêvajo hinek dadperwerane be, ez pêşniyar dikim ku hemû namzed li şûna min hefteyek bikevin girtîgehê.”

 

Muharrem Înce piştî mitînga Colemêrgê di rêya navçeya Geverê, ji rojnameran re behsa hevdîtina xwe ya bi Recep Tayyip Erdogan re kir û got: “Min ji Birêz Erdogan re got ku 'Demirtaş dibêje ez di girtîgehê de me, hûn digerin, bila her namzed hefteyek di girtîgehê de bimîne, dadperwer bibin'.

 

Erdogan jî ji min re got: 'Min dora xwe derbas kir'.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin