Erdogan li dijî Swêd û Finlandê gef xwarin

Erdogan li dijî Swêd û Finlandê gef xwarin

.

A+A-

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, eger Swêd û Finland daxwazê wan ên di peymanê de cîbicî nekin, dê pêvajoya endambûna wan a NATOyê rawestînin.

Kabîneya hikûmeta Tirkiyê bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro 18ê Tîrmehê civiya. Erdogan piştî civîna kabîneyê ji medyayê re axifî.

Erdogan derbarê krediya xwendekaran de got, "Dayenên krediyê, faiz dê tenê ji ser reqema krediyê ya ku hatiye sitendin were hesabkirin.”

Derbarê endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya ji bo NATOyê de jî Erdogan got: “Ji bo siyaseta berfirehkirina NATOyê di çarçoveya hesasiyetên welatê me de bê birêvebirin, me helwesteke vekirî û zelal wergirt. Ji bo destpêkirina pêvajoya endamtiya Swêd û Finlandê, piştî ku şertên me pêşkêş kirin hatin qebûlkirin, me jî erêkirina xwe ya bi şert gihande welatên endam. Ez ji vêderê careke din bibîr tînim, ku eger ev welat ji bo pêkanîna şertên me gavên pêwîst navêjin em ê pêvajoyê rawestînin. Opozîsyona serekî yan a biçûk, bi vî awayî yan bi wî awayî gotinên tiştên cuda kî çi dibêje bila bibêje heta em li vî welatî li ser desthilatê bin me eleqeder nake.”

Erdogan herwiha rexne li helwesta Swêdê girt û got: “Bi taybetî helwesta Swêd di vê mijarê de ne baş e. Weke Tirkiyê di vê mijarê de helwesta me zelal e, yê din jî ew bi xwe dizanin.”

Tirkiye dixwaze bi saya rêkeftina ligel Swêd û Finlanda, siyasetmedarên Kurd ên niştecihên wan herdû welatan bi hinceta endamtî yan peywendiya ligel PKK, YPG û PYDê bo wê bên radestkirin. Lê piştî îmzekirina rêkeftinê, Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde ragihand ku ew teslîmî Erdogan nebûne û ti kesekî jî radest nakin, eger îspat bibe ew kes “terorîst e”.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin