Erdoğan ji Mêrdîniyan re got: Di demeke nêzîk de em ê bikevin navenda Efrînê

Erdoğan ji Mêrdîniyan re got: Di demeke nêzîk de em ê bikevin navenda Efrînê

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan radigihîne, di demek gelek nêzîk de ew ê bikevin navenda bajarê Efrînê.

A+A-

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan li Bakurê Kurdistanê  li bajarê Mêrdînê axivî û got: Gelek nêzik e ko ew ê kontrolkirina navenda bajarê Efrînê rabigihîne.  

Êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê li ser Efrînê îro ketiye roja 57emîn. Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, di nav 3 rojên derbasbûyî de bêtirî 150 hezar welatiyên sivîl ji bajarê Efrînê koçber bûne.

Serokomarê Tirkiyê herwiha ne bi awayekî rasterast careke din rexne li Amerîkayê jî girt û got, YPG bi piştgiriya Amerîkayê li dijî Tirkiyê amedekariya şerekî mezin kiriye.

Erdogan bi armanca beşdariya di kongireya şaxa AK-Partiyê bibe serdana bajarê Mêrdînê kir. Piştî Mêrdînê çû Diyarbekirê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin