Erdogan hişyarî da: Em dê operasyona Idlibê dest pê bikin

Erdogan hişyarî da: Em dê operasyona Idlibê dest pê bikin

Serokomarê Tirkîyê, Recep Tayyip Erdogan derbarê rewşa Idlibê û egera berdewambûna êrîşên hêzên Sûrîyê li sînorê wê parêzgehê, hişyarî da û ragihand, eger rewş neguhere, Tirkîye dê bêyî ti hişyarîdanekê dê operasyona Idlibê pêk bîne.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Recep Tayyip Erdogan îro li parlamentoyê di civîna fraksyona partîya xwe, AK Partîyê de li Enqerê behsa rewşa parêzgeha Idlibê ya Sûrîyê kir, ku di kontrola komên çekdar ên girêdayî Tirkîyê de ye, lê di wan demên dawîyê de rastî êrîşeke berfireh a artêşa hikûmeta Sûrîyê hatîye.

Erdogan ragihand, eger pêwîst bike Tirkîye dê weke operasyonên xwe yên din ên di nav axa Sûrîyê de, operasyona Idlibê jî dest pê bike û derbarê wê yekê de hişyarî da Sûrîyê.

Serokomarê Tirkîyê dîyar kir, wan hemû amadekarî ji bo encamdana operasyona Idlibê pêk anîne û tekez kir, ew dê bêyî ti hişyarîdaneke pêşwext operasyona Idlibê dest pê bikin.

Erdogan amaje bi danûstandinên Tirkîyê û Rûsyayê yên derbarê rewşa Idlibê de jî kir û got, “mixabin danûstandinên me bi Moskowê re bê encam bûn” û destnîşan kir: “Ji bo parastina asayişa xwe ya niştimanî, em dê her tiştî bikin.”

Erdogan got: “Bi her nirxekê be, em li ser vê yekê rijd in ku Idlibê hem ji bo Tirkîyê û hem ji bo herêmê bikin navçeya aram.”

Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin