Erdogan: Heke rejîm bi paş de neçe, em neçar in tiştên hewce bikin

Erdogan: Heke rejîm bi paş de neçe, em neçar in tiştên hewce bikin

Ji bo bûyera mirinê ya 7 leşker û karmendekî Artêşa Tirkan a li Idlibê Erdogan wiha gotîye: "Li Sûrîyeyê guh nadin peymanan. Êrîşa ku pêr birin ser eskerên me, ji alîyê Tirkîyeyê va li Sûrîyeyê mîlada serdemeke nû ye."

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serokomarê Tirkîyê û Serokê Giştî yê Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP)Recep Tayyîp Erdogan, di civîna koma partîya xwe de axivîye. 

Ji bo bûyera mirinê ya 7 leşker û karmendekî Artêşa Tirkan a li Idlibê Erdogan wiha gotîye:  "Li Sûrîyeyê guh nadin peymanan. Êrîşa ku pêr birin ser eskerên me, ji alîyê Tirkîyeyê va li Sûrîyeyê mîlada serdemeke nû ye. Her kî bibêje 'Çi karê Tirkîyeyê li Sûrîyeyê heye' bila bê zanîn an xafil e, an jî bi zanetî dijminê vî gelî û welatî ye."

Erdoganî wiha berdewam kirîye:

"Qeyrana balafirê ku em wek provakasyonê qebûl dikin û bi Rûsyayê ra qewimî û FETO di nav meseleyê da bû, meseleya Sûrîyeyê ji bona me tevlihevtir kir."

"Heger rejim di nav meha Sibatê da ji venekişe paşîya cîyên me yên çavdêrîyê, Tirkîye ji mecbûrî wê bi xwe vî karî bike."

Mijara Idlibê

"Tirkîye çi bike jî wisa tevdigere ku zirar negihêje can û malê tu kesên bêsûc û bêguneh. Rêya ku şaristanîya me û çanda me nîşanî me daye, pelçiqandina serê zalim û xwedîlêderketina mezlûman e."

"Rejim çawa li hemberî binpêkirineke herî biçûk a komên mixalif êrîşên giran yên di nav da sivîl jî hene li hemberî wan dike, ji vir pê va rejim li hemberî hêzên eskerî îxlalkirinekê bike, wê bersiv bê dayîn."

Erdogan: "Dema li hemberî eskerên me û hêzên dost ên em bi hev ra dixebitin êrîşek bê kirin, bêyî ku kî ev êrîş kirîye bê lêkolînkirin û hişyarî bê dayîn, bi mislê wê va bersiv wê bê dayîn."

"Tu nîyeta me, derdê me û mebesta me tuneye ku em bi tu mitefîqê xwe ra, bi tu welatî ra werin hemberî hev"

 "Wexta hewce bike hêzên beja û esmanê yên Hêzên Artêşa Tirkîyeyê li herêmên em lê ne û li Îdlibê wê bi rehetî hereket bikin û derkevin operasyonê."

 "Madem li herêma Îdlibê ewlehîya eskerên me pêk naynin, wê demê em ê bixwe vî mafê xwe bi kar bînin û tu kes nikare îtiraz bike"

 "Hêvîya me tenê ji Rûsyayê ew e ku hesasîyetên me yên li Sûrîyeyê baş fêm bike."

 "Derdê wan ew e ku 'dibêjin em çawa dikarin hê zêdetir çekan bidin PYD û YPGyê, yanê PKKyê ku li wir li hember Tirkîyeyê li ser pîya bigirin.' Derdê wan ew e." 

Bîanet

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin