Erdogan gilîyê Kovara Fransî Le Poînt dike

Erdogan gilîyê Kovara Fransî Le Poînt dike

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayîp Erdogan gilîyê Kovara Fransî - Le Poîntê, li dadgehê kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Parêzerê Serokomarê Tirkîyê eşkere dike: Wan bi tometa Serokomarê Tirkîyê Recep Tayîp Erdoganî bêrûmet kirîye, gilîyê Kovara Fransî - Le Poîntê, li Serdozgerîya Komarê ya Enqereyê kirine.

 

Kovara Le Poîntê, di hejmara xwe ya duhî de gotibû qirkirina nîjadî rêbaza Erdogan e û Erdogan kesek tineker e. Gelo ew dê rê bidin Erdogan Kurdan jenosîd bike û gef li Ewropayê bixwe?

 

Di medya Ewrûpayî de rexneyên berfereh li sîyaseta Tirkîye beramberî Kurdan û êrîşa Tirkîye hemberî rojavayê Kurdistanê tê kirin. Gelek rojname, radio TVyan sekna Tirkîye beramberî Kurd, seknek qirkirinê binav dikin.

 

Çavkanî: Kurdistan24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin