Erdogan: Em giştpirsiya derbarê mafên bingehîn û azadiyan de rast nabînin

Erdogan: Em giştpirsiya derbarê mafên bingehîn û azadiyan de rast nabînin

.

A+A-

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihand, ew weke prensîb  rast nabînin ku li ser mijareke derbarê maf û azadiyên bingehîn de giştpirsiyê bikin û got:” Hêviya me ew e ku em li parlamentoyê piraniyake ku vê guherîne qebul bike bidest bixin.”

Kabîneya Hikumeta Tirkiyê îro 7ê Midara 2022ê bi serokayetiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan  civiya.  Civîn 3 demjimêr û 30 xulekan berdewam kir.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan  piştî civînê, gotarek pêşkêş kir û derbarê naveroka civînê de axivî.

Erdogan li ser mijara guhertina destûrê ya  derbarê girêdana hîcabê de ragihand ku ew weke prensîb rast nabînin ku li ser mafên bingehîn û azadiyan giştpirsiyê bikin, lê got ku  ew dê hewil bidin di nav aliyên siyasî yên parlamentoyê de ji bo guhertina destûrê piraniyekê bidest bixin.

Erdogan tekez kir ku eger ew piştgiriya  pêdivî derbarê guhertina destûrê de wernegirin û di parlamentoyê de li ser vê mijarê piraniyê bidestnexin, çi pêdiveyek hebe dê bikin.

Ev di demekê de ye heftiya borî Serokkomarê Tirkiyê ragihandibû giştpirsî jî di nav de ew dê ji bo guhertina destûrê li ser mijara girêdana hîcabê her pêngaveke pêdivî biavêjin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dibêje “Heftiya borî hevalên me derbarê pêşniyarnameya  guhertina destûrê ya li ser  azadiya hîcabê  û parastina malbatê de ligel partiyên ku grûba wan li parlamentoyê hene hevdîtin pêkanîn. Piştî wergirtina encamekê ji van hevdîtinan, eger lihevkirin çêbibe, em dê bi wî awayî, lê eger lihevkirin nebe jî em plan dikin weke partiyên Hevpeymaniya Cumhurê pêşniyara xwe pêşkêşî parlamentoyê bikin. Weke prensîb em rast nabînin ku li ser mijarên derbarê mafên bingehîn û azadiyan de giştpirsiyê bikin. Hêviya me jî ew e ku li parlamentoyê piraniyeke ku vê guhertinê qebul bike pêk bê. Lê weke soza me ya bo miletê me, eger li parlamentoyê neçariyek din derkeve holê, bicihanîna pêdiviyên wê jî deynê li ser milê me ye.”

Mijara girêdana hîcabê û li ser vê mijarê guhertina destûrê ev demeke di rojeva Tirkiyê de ye. AK Partiyê heftiya borî ji bo guhertina destûrê HDPe jî di nav de  serdana aliyên siyasî yên Tirkiyê kiribû û pêşniyara xwe ya guhertina destûrê pêşkêşî wan kiribû. Lê CHPê ragihandibû ku wan ew pêşniyara  AKPê red kiriye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin