Erdoğan: Em ê li ser Rojhilata Firatê jî operasyonê pêk bînin

Erdoğan: Em ê li ser Rojhilata Firatê jî operasyonê pêk bînin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got, pêngaveke weke operasyonên Mertala Firatê û Çiqlê Zeytûnê, dibe ku li rojhilatê Firatê jî were avêtin.

A+A-

Recep Tayyip Erdogan bi mebesta beşdariya civîna Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî serdana New Yorkê kir û li Hotel Mandarin beşdarî xwarina Weqfa TURKEN bû.

 

Erdogan diyar kir ku Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê xwe bêdeng kiriye.

 

Serokomarê Tirkiyê got: “Tirkiye qadeke 4 hezar metreçargoşe ji DAIŞ û PKKê paqij kir û kire deverên ewlehiyê ku gelê Sûriyê di ewlehiyê de dijî. Di heyama bê de emê pêngavên bi vî rengî li rojhilatê Firatê jî biavêjin.”

 

Recep Tayyip Erdogan diyar kir: “Me digot emê bakurê Sûriyê paqij bikin. Ji ber vê em ketin Cerablusê, ji ber vê em ketin El Babê, ji ber vê em ketin Efrînê. Lê belê şirîkên me yên stratejîk, mixabin li wan deran pêngavên cuda diavêjin. Mixabin 18 hezar treyler çek û cebilxane çûn wan deran. Bi heman şêweyî 3 hezar balafirên kargo hatin wan deveran.”

 

Di heman demê de Erdoğanî, di nivîsara xwe ya di rojnameya Rûsî Kommersantê de jî li ser vê mijarê sekinî û got: "Em hêvî dikin Rusya bo têkoşîna li dijî PKK, PYD, YPGê de piştgiriya me bike."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin