Erdogan: Em ê li dost û hevalbendên nû bigerin

Erdogan: Em ê li dost û hevalbendên nû bigerin

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di gotara xwe ya di rojnameya New York Times de ragihand ku eger Amerîka li ser polîtîkaya xwe ya li dijî Tirkiyê berdewam be ew ê li dost û hevalbendên din bigerin.

A+A-

Recep Tayyip Erdogan di wê gotara dirêj ya di New York Timesê de li ser raboriya têkiliyên Amerîkayê rawestiya û gelek rexne li polîtîkayên Amerîka yên li dijî Tirkiyê girtin.

Erdogan di beşeke wê gotarê de wiha dibêje: “Ev gavên ku Amerîka li dijî Tirkiyê yekalî diavêje tenê zirarê dide berjewendî û ewlekariya wê. Divê Amerîka qebûl bike ku Tirkiye xwedî alternatîf e. Eger Amerîka dev ji gavên xwe yên yek alî yên li dijî Tirkiyê bernede em ê li dost û mitefîkên nû bigerin. Tirkiye her tim bi bi alîkariya Amerîka de çû. Piştî êrişên 11 Îlonê yên li dijî Amerîkayê me hêzên xwe ji bo serkeftina mîsyonê NATO şandin bo Efxanistanê.”

Erdogan di dewama gotara xwe de diyar kir ku eger Amrîka rêzê li serweriya Tirkiyê negire û di metirsiyên li dijî gelê me tênegihije hevalbendî û mitefikiya wan dê bikeve rîskê.

Serokkomarê Tirkiyê ji ber alîkariyên bo YPGê jî Amerîka rexne kir û got Ameîrka guh neda fikarên me.

Recep Tayyip Erdogan di derbarê Pastor Andrew Brunson de jî ragihand ku divê Amerîka rêzê li proseya dadgehkirina wî û darazê bigire.

Serokê Amerîka Donald Trump berî niha eşkere kiribû ku ji ber pastor Andrew Brunson ku ev du sal in li Tikriyê girtî ye û herî dawîn bo hefsa malê hatibû veguhastin, ew ê li dijî Tirkiyê sizayan pêk bînin û li dijî wezîrên navxwe û dadê yên Tirkiyê mûeyîde hatibû destpêkirin. Herwiha baca gumrikê ya li malên Tikriyê jî hatibû zêdekirin.

Piştî vê krîza di navbera herdu aliyan de lîreya Tirkiyê li hember dolar her ku diçe qels û bênirx dibe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin