Erdogan: Em ê bikevin Minbicê

Erdogan: Em ê bikevin Minbicê

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro 14ê Kanûnê di axaftineke xwe ya li Stenbolê de, dîsa gefa êrîşa leşkerî bi ser Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Firatê de xwar.

A+A-

Erdogan bal kişand ser hevkariya Amerîka û hêzên Kurdî li herêmê û got, “Em niha jî dibêjin, heger hûn paqij nekin û wan ji wir dernexin em ê bikevin Minbicê jî. Tirkiyê ji bo wargeha terorê ya Rojhilatê Firatê gelekî wext winda kiriye.”

 
Erdogan got ku li Sûriyê, Amerîka û hin welatên Ewropî bi piştevaniya terorê (hêzên Kurd) di nav xiyanetê de ne û diyar kir, “Me beriya niha li Cerablûs, Efrîn û Idlibê çi kiribe, niha jî em biryar in ji bo aramkirina herêmên Rojhilatê Firatê heman tiştî bikin. Ji xwe me doh şevê operasyona Iraqê pêkanî. Me li dijî gavên Şingal û Mexmûrê tên avêtin, operasyona xwe kir. Dê berdewama wê were. Li wir tehdîd hebe, dê bersiv bê dayîn.” 
Erdogan herwiha li ser nexşerêya Minbicê ya navbera Tirkiye û Amerîkayê jî daxuyakirin ku Amerîka bi çîrokên planeke nû bo Minbicê wan dixapîne û got, “Em niha dibêjin, heger hûn Minbicê paqij nekin û wan dernexin em ê bikevinê. Tirkiyê ji bo destwerdana wargehên terorê yên Rojhilatê Firatê gelekî wext winda kiriye. Menzeraya ku em li Efrînê rûbirû bûne, delîla vê yekê ye.”
 
(Peyamakurd)
 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin