Erdoğan: Biryara DMMEyê me elaqedar nake!

Erdoğan: Biryara DMMEyê me elaqedar nake!

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan li ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya di derbarê Selahattin Demirtaş de got, "Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê me eleqeder nakin. Em hemleya xwe li dijî vê biryarê didin."

A+A-

Recep Tayyip Erdogan li ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya di derbarê Selahattin Demirtaş de got, “Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê me eleqeder nakin. Heta îro piraniya biryarên di derbarê rêxistinê de li dijî wê bûn. Li beramberî vê yekê gelek tişt hene, ku werin kirin. Em hemleya xwe li dijî vê yekê didin.”

 

Ji aliyê din ve li ser biryara DMME ya bo Selahatin Demirtaş de Wezîrê Dad a Tirkiyê Abdulhamit Gul jî got, “Biryara dawî dê ji aliyê dadgeha Tirk ve were dayîn. Divê em pêşiyê biryarê bibînin. DMME perçeyekî hiqûqa navxweyî ye. Lê di vê mijarê de dadgeh dê biryara darizandinê bide. Ne rast e ku em tiştekî bibêjin.”

 

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattin Demîrtaş ragihand ku bi rêya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê “dîlgirtina wî ya siyasî” bi awayekî hiqûqî îspat bû.

 
Demîrtaş di peyama xwe ya derbarê biryarê de wiha got: “Bi vê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dîlgirtina dîlgirtina min a siyasî bi awayekî hiqûqî hat tomarkirin. Weke ku em di roja ewil de got operasyonên li dijî HDPê û girtina me û darizandina me ne hiqûqî ye, bi armancên siyasî hatin encamdan. Du sal in ku ez bi awayekî neheq di girtîgehê de me.”
 
Demîrtaş helwesta Erdogan rexne kir û got: “Ev mesele ne giredayî şexsê min tenê ye. Wekî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî da zanîn ku  ev yek ji bo tevahiya civaka Tirkiye rewşek xetere. Ev ne daxuyaniyek ku welatekî hiqûqî bine ziman. Ev li dijî feraseta dewleta hiqûqê ye. Ne Serokomar, ne serokwezîr, ne dozger û ne jî kesekî din nikarin bêje `ev biryar me eleqer nake` ew luksa wan nîne.” 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin