Erdogan: Biryara DMME ya bo azadkirina Demîrtaş binpêkarî ye

Erdogan: Biryara DMME ya bo azadkirina Demîrtaş binpêkarî ye

.

A+A-

Serokomarê Tirkiyê careke din Demîrtaş wek “terorîst” binav kir û got, Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê biryar li ser bingeheke rast nedaye û “binpêkirin e” û herwiha rexne li CHPê jî girtin bi sedema ku “alîgiriya Demîrtaş” dike.

Kabîneya Serokomariya Tirkiyê dawîn civîna sala 2020 saz kir û Recep Tayyîp Erdogan, Serokomarê Tirkiyê di konferanseke rojnamevanî de piştî civînê behsa dawîn pêşhatên li navçeyê kir.

Biryara “demildest azadkirin”a Demîrtaş a Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) jî di rojeva Erdogan de bû û li gor, wî biryara DMMEyê binpêkirin e û li gel keysên berê nagunce ku heman dadgehê biryar li ser dabûn.

Serokomarê Tirkiyê komelek tomet jî arasteyî Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kirin û bi gotina Erdogan, “Li gor wan sikalanameyên derbarê wî de hatine nivîsîn, tometa kuştina 37 kes, hewla kuştina 29 kes, ziyangihandina bi 3777 mal û mulk, 395 dizî, 15 talankirin, şewitandina 13 alayên Tirkiyê, herwiha berpirsyariya sereke ya birîndarbûna 326 karmendên asayişê û 436 hemwelatiyan li ser e. Herwiha wî kesî çalakî û gotinên bêhejmar hene ku tê de piştevanî li terorê dike.”

Partiya Komarî ya Gel (CHP) jî di armanca Serokomarê Tirkiyê de bû û bi sedema ku “alîgiriya Demîrtaş” dike, Erdogan rexne li CHPê girtin.

Kemal Kiliçdaroglu, Serokê CHPê, berî niha çend caran rexne li hikûmeta Tirkiyê girtin ku Demîrtaş bêyî ti sedemlê di zindanê de dihêle.

Herwiha Erdogan bikirêgirtina axê wek pêwîstiyeke girîng binav kir û rexne li opozisyona Tirkiyê girt ku dibêjin, “Çi karê me bi wê ye ku li Sûdanê axê bikirê bigirin!”

Hevdem Erdogan got, Tirkiye di hinardekirina berhemên navxwe yên kiştûkalî de pêşeng e û behsa wê jî kir ku Tirkiye di hejmar û rêjeya ajelên mezin û biçûk de yekema Ewropayê ye.

Derbarê rêkarên rûbirûbûna vîrusa Coronayê de ku Tirkiyê xwendina di nav polê de rawestandiye, Erdogan got, “Rawestandina xwendina nav pol heta 15ê Sibata 2021 dê bê dirêjkirin û xwendin her dê bi şêweyê online berdewam be.”

Herwiha Erdogan aşkere jî kir ku Tirkiye dê roja Sêşemê, 28.12.2020, li gel Brîtanyayê rêkeftina bazirganiya azad îmze bike.

Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê roja Sêşemê 22ê Kanûna 2020an derbarê dosyeya hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş de biryara xwe aşkere kir û ragihand ku divê Demirtaş demildest were berdan.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di biryara xwe de dibêje,“Demîrtaş li derveyî yasayê hatiye girtin.Herdu dadweran Demîrtaş li derveyî yasayê hukim kiriye.Ti belge nîne tawanbarbûna Demîrtaş tekez bike.”

Lêbelê roja 26ê vê mehê, 7emîn Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Enqerê bi hinceta ku wergera biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bi Tirkiyê nehatiye dayîn, daxwaza azadkirina Demîrtaş red kiribû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin