Erdogan bi Macron, Johnson û Merkelê re civiya

Erdogan bi Macron, Johnson û Merkelê re civiya

.

A+A-

Lûtkeya Serokên NATOyê ku li Brukselê destpêkiribû, didome. Di lûtkeyê de Joe Biden, Serokê DYAyê û Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî ê AKPê wê bicive. Biden ji 20ê Kanûna Paşiyê roja ku hatiye ser wezîfeyê heta niha cara yekeme wê li gel Erdogan hevdîtinê pêk bîne.

Lûtkeya Serokên NATOyê bi tevlîbûna serokên welatên endam îro(14ê Hezîranê) li Brûksel, paytexta Belçîkayê destpêkiriye.

Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî ê Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) pêş ku lûtke destpêbike, bi Emmanûel Macron, Serokomarê Fransayê, Borîs Johnson, Serokwezîrê Îngilîstanê û Angela Merkel, Serokwezîra Almanyayê re civîya ye.

Erdogan ji bo tevlîbûna lûtkeyê di saetên nîvroyê de çûye baregeha NATOyê ku li Brûkselê ye. Mevlût Çavûşoglû, Wezîrê Karên Derve, Hûlûsî Akar, Wezîrê Berevaniya Netewî û Omer Çelîk Berdevkê AKPê bi Erdoganî re bûne.

Macron: Civînek dirêj bû

Erdogan ewil bi Emmanûel Macron, Serokomarê Fransayê re civîya ye. Reutersê gotiye, civîn ji çapemeniyê re girtî bûye û 52 xulek berdewam kiriye. Herdu serkirdeyan “Ji bo ku li Sûriye û Lîbyayê bi hev re kar bikin armanceka hevpar diyarkirine.”

Macron li ser hesabê xwe yê Twîtterê belav kiriye û gotiye, “Pêş Lûtkeya NATOyê, me hevdîtine dirêj bi Erdogan re kir. Ji bo zelalbûn, rêz û daxwazê”

Erdogan bi Johnson û Merkelê re jî civiya ye

Erdogan piştî Macron bi Borîs Johnson, Serokwezîrê Îngilistanê re hevdîtin pêkaniye. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî bûye û Mevlût Çavûşoglû, Omer Çelîk, Hûlûsî Akar, Fahrettîn Altûn, Serokê Ragihandina Serokomariyê, Îbrahîm Kalin, Berdevkê Serokomariyê û Osman Aşkin Bak, Serokê Koma Tirkiyeyê Asambleyê Parlamenterî yê NATOyê tevlî civînê bûne.

Erdoğan piştre bi Angela Merkel, Serokwezîra Almanyayê re civîya ye. Hevdîtina Erdogan û Merkelê jî ji çapemeniyê re girtî bûye û 30 xulek berdewam kiriye.

Di lûtkeyê de Joe Biden, Serokê DYAyê û Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî ê AKPê wê bicive. Biden ji 20ê Kanûna Paşiyê roja ku hatiye ser wezîfeyê heta niha cara yekeme wê li gel Erdogan hevdîtinê pêk bîne.

Bianet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin