Erdogan: Bersiva Trumpî bo operasyonê erênî bû

Erdogan: Bersiva Trumpî bo operasyonê erênî bû

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdoganî aşkere kir ku wî di derbarê pêkanîna operasyonê de digel Trumpî axiviye û bersiva Trumpî bo operasyona Rojhilata Firatê erênî bûye.

A+A-

Serokomarê Tirkiyê îro di merasîmeka taybet bi Mewlana li Konyayê axivî. Di merasîmê de Erdogan di derbarê operasyona li rojhilata Feratê de got ew bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re axiviye û wiha dewam kir: "Çi dikin bila bikin me dev ji hedefên xwe bernedaye em ê dev jê bernedin jî. Em dizanin, dema ew vê tevgera bibiryar û serfiraz a welatê me dibînin har dibin."

Herwisa Erdogan destnîşan kir Serokê Amerîkayê Trump ji bo operasyonê bersiveke erênî daye û wiha got: "Heftiya çûyî me bi fermî îlan kir ku em ê operasyoneke leşkerî li rojhilata Firatê bikin. Em bi birêz Trump re jî li ser vê axivîn. Wî jî bersiveke erênî da. Niha em dişopînin. Heta li herêmê terorîstê dawîn bê berterefkirin, em ê axên Sûriyeyê bihûst bihûst bigerin. Li ser xeta sînor a qasî 500 kîlomêtroyî bi taybetî bêyî ku zirarek li leşkerên Amerîkayê bê, li gor planên xwe em dikarin hema li Sûriyeyê dest bi operasyonên xwe bikin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin