Erdheja Xarpêtê bandor li kelha Dîyarbekirê jî kir

Erdheja Xarpêtê bandor li kelha Dîyarbekirê jî kir

Bi erdheja Xarpêtê herêmek berfereh hejîya û ji bilî Xarpêt û Meletîyê li çendîn bajarên din jî, avahî lerizîn. Li gel vê yekê, Kelha Dîyarbekirê, ya ku xwedî dîrokek 5 hezar salan e, hejîya û kevirên kelhê hilweşîyan.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Bi erdheja Xarpêtê herêmek berfereh hejîya û ji bilî Xarpêt û Meletîyê li çendîn bajarên din jî, avahî lerizîn. Li gel vê yekê, Kelha Dîyarbekirê, ya ku xwedî dîrokek 5 hezar salan e, hejîya û kevirên kelhê hilweşîyan. Endazyarên avahîsazîyê dibêjin; ji ber bêxwedîtîyê, Kelha Dîyarbekirê dihilweşe û banga lê xwedîderketinê dikin.

Kelha Dîyarbekirê ku xwedî dîrokekî 5 hezar sal e ji erdhej û bûyerên xwezayî gelek bandor dîtîye. Di 24'ê kanûna paşîn de li Xarpêtê erdhejeke bi pileya 6,8'an çêbû. Kelha Dîyarbekirê ji erdhejê bandor dît û kevirên kelhê jê hilweşîyan. Endazyara avahîsazîyê Sevdet Acar dibêje, erdhejê bandora xwe li Kelha Dîyarbekirê jî kir lê belê bûyerên xwezayî yên wekî baran, bahoz û tava dijwar jî bandorê li Kelhê dike. Li gorî nirxandina Sevdet Acar, xebatên nûjenkirina kelhê jî ne bi awayeke zanîstî tên kirin û ji ber vê yekê dema ku erd diheje kevir jê dihilweşin.

Sevdet Acar -endazyara avahîsazîyê- got:"Kelha Dîyarbekirê bi hezaran sal e ku li ser pîyan e û bi hezaran caran hejîya ye. Erdhêj bû sedema hilweşîna keviran lê belê ne tenê erdhêj ji ber ku nûjenkirineke baş nayê kirin jî dihilweşe."

Li gorî belgenameyên dîrokî, Kelka Dîyarbekirê ji berîya zayînê 3 hezaran salan ji alîyê Hûrîyan ve wekî kelha parastinê hatîye avakirin. Kelhe, bi dirêjahîya xwe ya 5 hezar û 700 metreyan, piştî Seda Çînê di cîhanê de dîwarê herî dirêj e. Lê di salên dawî de ji ber bûyerên xwezayî gelek kevirên Kelhê jê hilweşîyan û tê gotin ku kevirên kelhê tên dizîn. Kelhê, di 2015'an di nav Lîsteya Mîrateyên Cîhanî ya UNESCOyê de cih girt û di 2017'an de hin beşên xirabe hatin nûjenkirin. Li gorî gotinên avahîsaz Ferît Kahraman di salên dawîyê de ti xebatên berfireh û hêja yên nûjenkirinê li ser kelhê nehatine kirin.

Ferît Kahraman –avahîsaz- dibêje:"Divê bi awayeke bi lez kelh were nûjenkirin. Di vê erdheja dawî de jî ew cihên ku ji berê zirar dîtibûn hilweşîyan."

Li gorî ragihandina endazyaran, ava li ser kelhê kom dibe divê were valakirin û rê neyê dayîn ku dar û nebat jî li ser kelhê şîn bibin. Li gorî ragihandina endazyaran, kevirên ku ji kelhê ketine xwarê divê bi teknîkeke zanîstî dîsa li cihên wan werin danîn. Endazyar dibêjin; divê demildest bi temamî kelhe were nûjenkirin û ev mîrateya çanda cîhanî xirabtir nebe.

Ji bo temaşe kirina vê nûçeyê bitikînîn

K24

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin