Enwer Muslim: Em dê li ser destpêşxerîya Mazlûm Kobanî berdewam bin

Enwer Muslim: Em dê li ser destpêşxerîya Mazlûm Kobanî berdewam bin

Enwer Muslim piştî ku weke hevserokê nû yê Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) hat hilbijartin, ragihand ku ew dê li ser destpêşxerîya Fermandeyê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî berdewam be.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Di 8mîn kongireya Partîya Yekîtîya Demokratîk PYDê de, Enwer Muslim weke hevserokê nû, û Eyşe Hiso jî ku ji kongireyê berê de hevseroke, ji bo hevserokayetîya PYDê hatin hilbijartin.

8emîn Kongireya PYDê bi durişma "Bi Yekitîya Demokratîk Em Dê Dagîrkerîyê Têk Bibin, Rêveberîya Xweser Pêş Bixin û Sûrîyake Demokratîk Ava Bikin" li hola Aram Tîgran ya Çand û Hunerê ya li bajarê Rimêlanê herdu rojên 24 û 25ê Sibatê birêve çû.

Di kongireya PYDê de, Enwer Muslim û Eyşe Hiso weke hevserokên wê partîyê hatin hilbijartin.

Enwer Muslim weke hevserokê PYDê di yekem daxuyanîya xwe de ji Rûdaw re ragihand, ku ew dê berdewam bin li ser piştgirîya destpêşxerîya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokartîk Mazlûm Kobanî, bo yekxistina nav mala Kurdî,  û avakirina yekhelwestîyê.

Herwiha Enwer Muslim da xuyakirin, ku derîyê wan ji bo dîyaloga li gel hikûmeta Sûrîyê vekirî ye û divê hikûmeta Sûrîyê îterafê bi Rêveberîya Xweser bike.

Muslim wiha axivî: “Berê jî partîya me piştevanîyan destpêşxerîya General Mazlûm Evdê dikir, em dê li ser wê yekê berdewam bikin. Hêzên me yên Kurdî li Sûrîyê divê ji bo bidestxistina mafê Kurd û tevahîya pêkhateyên Sûrî yêrgirtî bin. Hikûmeta Sûrîyê heta niha jî dixwaze rêbazên xwe yên berê berdewam bike weke gef û leşkerî. Neh sal in ev rêbaza wê serneketîye divê hikûmeta Sûrîyê ji bo berjewendîyê gelê Sûrî vê sîyaseta xwe li ber çavan re derbas bike. Ev heft sal e Rêveberîya Xweser û partîyên wê bedeleke giran ji bo parastina vî gelê dide û divê hikûmeta Sûrîyê jî li gor wê yekê sîyaseta xwe zelal bike.”

Enwer Muslim kî ye?

Enwer Muslim di sala 1976an de li bajarê Kobanî ji dayik bûye.

Ew derçûyê koleja Hiqûqa ji Zankoya Helebê ye.

Pêş kirîza Sûrîyê, wî çend salan wekî parêzer li dadgehên Kobanî û Helebê kar kirîye.

 Ew Serokê Rêxistina Mafên Mirovan li Sûrîyê bû, û berevanî di ber girtîyên sîyasî de dikir.

Yek ji damezrînerên Rêveberîya Xweser li Kobanî û Rojavayê Kurdistanê ye.

Di 27ê Çileya sala 2014an de, dema ragihandina Rêveberîya Xweser li Kobanî, ew bû serokê kantona Kobanî.

Di dema êrîşa DAIŞê de li ser herêma Kobanî, ew ji nav bajarê Kobanî derneketibû û piştgirîya şervanên YPGê kiribû.

Di sala 2017an de bû Hevserokê Herêma Ferat ku herdu herêmêmn Kobanî û Girê Spî li xwe digre.

Di roja 25ê Şubata 2020an de, di kongireyê Partîya Yekîtîya Demoqratîk yê 8an de, bû hevserokê PYDê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin