Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê Xelata Şerefnameyê da Firat Cewerî

Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê Xelata Şerefnameyê da Firat Cewerî

.

A+A-

Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî ya sala 2022an da nivîskarê navdar ê Kurd Firat Cewerî kir.

Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê roja Çarşemê 23ê Mijdara 2022an bi daxuyaniyekê ragihand, wan Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî ya sala 2022an pêşkeşî nivîskarê ji Bakurê Kurdistanê Firat Cewerî kiriye.

Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê li ser vê yekê daxuyaniyek belav kir.

Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê di daxuyaniya xwe de got, “Nivîskarê qedirbilind Firat Cewerî, ji ber keda wî ya demdirêj di warê edebîyata Kurdî de, bi taybetî jî di warê romanê de, hêjayî wê yekê bû ku ji aliyê hejmarek nivîskar, rewşenbîr, hunermend û xwendekarên Kurd ve bi şahîyeke taybet were pêşwazîkirin.”

Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê her wiha anî ziman, “Firat Cewerî bi xebatên xwe yên ji çil salî zêdetir bi roleke gelekî balkêş di pêşveçûna edebîyata Kurdî de rabûye. Cewerî heta niha 40 pirtûk nivîsandine, 40 hejmarên Kovara Nûdemê weşandine. Her wiha ew di warê wergerê de jî xwedî kedeke mezin û hêja ye. Wî heta niha nêzî 15 pirtûkan ji zimanê siwêdî wergerandîye Kurdî.”

 

Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê

Firat Cewerî kî ye?

Firat Cewerî bi eslê xwe ji Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ye. Di destpêka salên heftêyan de koçî Nisêbînê kir û di sala 1980 de jî terka welêt kir û li Swêdê bi cih bû. Wî di heman salê de pirtûkeke xwe da çapê. Ji wê salê û bi vir de ew di nav tevger û çalakiyên edebiyata Kurdî de ye. Wî di Adara 1992an de dest bi weşandina kovara Nûdemê kir û deh salan bêyî navber derxist. Piştî bi demekê kovareke xwerû werger bi navê Nûdem Werger derxist û Weşanxaneya Nûdemê ava kir.

Firat Cewerî bi xwe heta niha 20 kitêb nivîsandine û 20 jî wergerandine Kurdî. Kitêbên Cewerî wergeriyane Swêdî, Almanî, Erebî, Tirkî û Farsî, Îtalî. Her wiha çîrokên wî di antolojiyên Swêdî, Almanî, Erebî û Tirkî de jî cih girtine û bûne fîlm. Cewerî bi pênc romanên xwe; Payiza dereng, Ez ê Yekî Bikujim, Lehî, Maria Melekek Bû û Derza Dila Min wek romannivîsekî girîng bal kişandiye ser xwe. Firat Cewerî yê ku hîn jî li Swêdê dijî, bi salan di Komîteya Karger a PENa Swêdê de serokatiya Komîteya Nivîskarên Sirgûnê kiriye. Firat Cewerî di sala 2018an de ji ber xebatên xwe ji aliyê Akademiya Swêdê ve hat xelatkirin. Di sala 2020an de jî Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê ew bi qelema zêrîn xelat kir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin