Enqere, rêya derî nîşanê opozisyona Sûriyê da

Enqere, rêya derî nîşanê opozisyona Sûriyê da

.

A+A-

Medyaya Îranê îdia kir ku Enqerê bang li Îtilafa Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê kiriye ku ji Tirkiyê derkevin û di vî warî de talîmat dane.

Piştî axaftinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Derve yê wî welatî Mevlut Çavuşoglu yên li ser "pêwîstiya lihevkirina opozisyona Sûriyê û hikûmeta Sûriyê", û herwiha "asayîkirina peywendiyên Tirkiyê-Sûriyê", ev yek weke ji nû ve destpêkirina diyaloga di navbera her du welatan de hat şirovekirin.

Herwiha piştî axaftinên Erdogan ku gotibû, “derekî me yê wisa nîne ku em Esed têk bibin an têk nebin”, herwiha gotibû “di navbera dewletan de diyalog û dîplomasiya siyasî qet nayê qutkirin”, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî ragihandibû ku hevdîtinên istixbaratên Tirkiyê û Sûriyê didomin û tekez kiribû, ji bo diyaloga di navbera Tirkiyê û Sûriyê de nabe mercên pêşwext hebin.

Ajansa Tasnim a Îranê ku ajanseke nîvfermî ya nûçeyan e li Îranê û ser bi Supaya Pasdaran ve ye, di raporteke xwe ya taybet de îdia kiriye ku Enqerê daxwaz ji Îtilafa Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê kiriye ku ji Tirkiyê derkevin û ji xwe re cihekî din bibînin û di vî warî de talîmat dane.

Di rapora wê medyaya Îranî de li gor hin çavkaniyan tê gotin, ji bo asayîkirina peywendiyên navbera Enqere û Şamê berpirsekî payebilind ê Tirkiyê heftiya bihorî bi Serokê Îtilafa Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê Salim El-Muslet re civiyaye û ji xwestiye ku aliyên ser bi opozisyona Sûriyê ve ji Tirkiyê derkevin.

Di raportê de tê gotin, di hevdîtinê de berpirsê Tirkiyê gotiye, “Enqere bi biryar e ku têkiliyên xwe bi Şamê re ji nû ve saz bike û divê opozisyona Sûriyê vê rastiyê qebûl bike”.

Li gorî vê raporê, “Enqerê ji Opozisyona Sûriyê xwestiye ku hemû çalakiyên xwe yên siyasî û medyayî li Tirkiyê bi dawî bînin, ji xwe re cihekî din bibînin û biçin welatekî din.”

Çavkaniyan ragihandine, Serokê Îtilafa Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê Salim El-Muslet daxwaza derketina ji Tirkiyê qebûl kiriye û pêşniyar kiriye ku ew derbasî Erebistana Siûdiyê bibin.

Hat destnîşankirin ku Serokê Meclisa Tirkmenên Sûriyê Ebdulrehman Mistefa jî pêşniyar kiriye ku ew biçin Urdunê.

Li gorî nûçeya wê medyaya Îranê, di van demên dawî de saziyên çapemeniyê yên nêzî opozîsyona Sûriyê dest bi çêkirina nûçeyên ku rexneyên tund li Tirkiyê dikin, kirine.

Di Adara 2022an de jî Ofîsa Opozisyona Sûriyê ya li Enqerê hatibû girtin û hatibû ragihandin ku ev biryar ji ber "sedemên aborî" hatiye girtin.

Çavuşoglu bi Serokê Îtilafa Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê re civiyabû

Ji aliyê din ve Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di 25ê Tebaxê de ligel Serokê Îtilafa Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê Salim El-Muslet, Serokê Komîsyona Danûstandinan Bedir Camûs û "Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê" Abdurahman Mistefa re  civiyabû.

Çavuşoglu li ser twittera xwe wêneyê civîna xwe bi wan serkirdeyên opozisyona Sûriyê re belav kiribû û ragihandibû, “Em di çarçoveya biryara 2254 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de beşdariya opozîsyonê di pêvajoya siyasî de teqdîr dikin û piştgirî didin wan.”

Ajansa Tasnim a Îrnaê beriya çend rojan jî derbarê hevdîtina Erdogan û Esed de îdiayek belav kiribû. Wê medyaya Îranê îdia kiribû ku egera wê yekê heye di kevana civîna meha bê ya rêxistina Shanghayê de ku dê 15-16 Îlonê li Ozbekistanê bê lidarxistin, Erdogan û Esed bi hev re hevdîtinekê bikin.

Li ser wê îdiayê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu roja 23ê Tebaxê daxuyaniyek da û red kir, ku li Ozbekistanê û di kevana lûtkeya rêxistina hevkariyan a Shanghay de ti hevdîtinek di navbera Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Sûriyê Beşar Esed bê kirin.

Çavuşoglu got, Esed ji bo lûtkeya Shanghay nehatiye vexwendin û ti hevdîtinek di navbera Erdogan û Esed de nayê kirin.

Sîgnalên ji Enqerê bo asayîkirina têkiliyên bi Sûriyê re

Di van demên dawîn de Enqere ji bo asayîkirina têkiliyên Tirkiyê yên bi Sûriyê re li ser hev peyaman dide. Rayedarên siyasî û berpirsên partiyan li wî welatî tekezî li ser dubare çêkirina peywendiyan û asayîkirina peywendiyên Enqere-Şamê ji bo çareserkirina krîzên li herêmê û hundirê Tirkiyê dikin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu roja 11ê Tebaxê di dema birêveçûna 13mîn konferansa balyozên wî welatî de li Enqerê behsa lihevanîna opozisyon û hikûmeta Sûriyê kiribû û gotibû, “Divê em bi awayekî opozisyon û rejîma Sûriyê li hev bînin. Wekî din aştiyeke mayînde çênabe”.

Mevlut Çavuşoglu herwiha dabû xuyakirin ku berî 10 mehan li Belgrad a paytexta Sirbistanê bo demekî kurt û li ser piyan bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad re hevdîtinek kiriye.

Erdogan jî di vegera xwe ya ji Ukrayanyê de li ser vegerandina têkiliyên dîplomatîk ên bi Sûriyê re axivîbû û gotibû, “Di siyasetê de kîn nîne. Tu dê her tim di aştiyê de bî. Di her kêliyê de te dê derfeta hevdîtinê hebe. Divê em bi Sûriyê re gavên zêdetir bavêjin. Gava em van gavan bavêjin li vê erdnîgariya ku cînarên me cîhana Îslamê ye em dê gelek lîstikan xerab bikin.”

Erdogan herwiha gotibû, “Divê em vê yekê carekê bizanibin û qebûl bikin. Di navbera dewletan de diyalog û dîplomasiya siyasî qet nayê qutkirin. Her tim bi vî rengî diyalog hene, divê hebin. Gotinek jî heye; ‘Bi têlekî be jî têkiliyê qut nekin, bila bidome. Rojekê ew dê hewce be.’ Hûn nikarin dîplomasiyê bi tevahî asteng bikin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin