Enqere: 4 xalên çavdêrîyê li herêmê di bin kontrola artêşa Sûrîyê de ne

Enqere: 4 xalên çavdêrîyê li herêmê di bin kontrola artêşa Sûrîyê de ne

Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê radigihîne, 4 xalên çavdêrîyê yên Tirkîyê li Idlibê ketine rûbera di bin kontrola artêşa Sûrîyê de.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê Hulusî Akar di hevpeyvînekê ligel ajansa “Associated Press ” de ragihand, artêşa Sûrîyê li herêma “kêmkirina alozîyan” a Idlibê, dest danîye ser rûberekê ku 4 xalên çavdêrîyê yên Tirkîyê û xalên din ên serbazî lê ne.

Akar tekez kir jî, Tirkîyê hêzên xwe ji xalên çavdêrîyê yên li bakurê rojavayê Sûrîyê venakişîne û wan ferman daye serbazên xwe, bersiva her êrîşekê bidin.

Li Idlibê 12 xalên çavdêrîyê yên Tikîyê hene, Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê Hulusî Akar berî çend rojan gotibû, ew xalên çavdêrîyê têra xwe hatine amadekirin û ji bo her cure êrişê jî di amadebaşîyê de ne.

Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê pêr ragihandibû, artêşa Sûrîyê êrîşî hêzeke wê kir û di encamê de 5 serbazên Tirk hatin kuştin û 5 serbazên din jî birîndar bûn.

Wezareta berevanîyê ya Tirkîyê duhî jî ragehand, di bombebarana wan liser pêgehên artêşa Sûrîyê de, 51 serbazên Sûrî kuştine, du tankên serbazî têkşikandine û dest bi ser tangeke din de jî dagirtine.

K24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin