ENKSê mercên ji bo lihevkirinê aşkere kirin

ENKSê mercên ji bo lihevkirinê aşkere kirin

Bi vekirina ofîsên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS), tevgera sîyasî li Rojavayê Kurdistanê derbasî qonaxeke nû dibe.

A+A-

Navenda Nûçeyan - ENKSê bi fermî di ofîsên xwe vekirin û amadekarîyên vekirina 10 ofîsên din jî li seranserî Rojavayê Kurdistanê dike.

Herdû alîyên Kurdî nêzîkî derîyê danûstandinan dibin, bi vekirina wî derîyê jî, ENKSê sê daxwazîyên wê hene.

Nafih Ebdullah, Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê dibêje, “Ya îdareya ku heye bê pêşxistin yan jî yek nû bê damezrandin, hevbeş be, nêrîneke sîyasî jî li ser pêşeroja Sûrîyê ava bibe, ya sîyem jî meclisek leşkerî hevbeş bê pêkanîn, biryara şer û aştîyê bide.”

Vegera bo gava yekem û jinû ve avakirina rêveberîyekê piştî 12 hezar şehîdan nabe, PYDê wiha dibîne , lêbelê amadebûna xwe nîşan dide bo guhertinên di rêveberîya niha de.

Berpirsê Desteya Peywendîyên Derve ya PYD, Salih Muslim, di semînerekê de, behsa girîngîya yekrêzîya navmala Kurdî kir û got, “Em jibo yekrêzîya Kurdî amade ne , heya pêkhatîyên di nav me de ji Ereb û Suryanan daxwaza yekrêzîya me dikin, em wek alîyekî Kurdî ji destpêkê ve hewl didin.”

Rêveberîya Xweser ku bi îdeolojîyeke taybet deverê birêve dibe û ENKS  ku xwedî pirojeyeke netewî ye, weke desthilat û opozisyonê lihev dinerin.

Heta niha jî şêwazê lihevkirin û jihevnêzîk kirinê di asoyan de zelal nebûye.

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin