ENKSê bang li civaka navnetewî kir helbijartinên Sûriyê rewa nebînin

ENKSê bang li civaka navnetewî kir helbijartinên Sûriyê rewa nebînin

.

A+A-

 Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bang li civaka navdewletî dike, hilbijartinên serokatiya Sûriyê rewa nebînin.

Biryar e hilbijartinên serokatiya Sûriyê roja 26ê Gulanê birêve biçin, Sekreteriya Giştî ya ENKSê îro daxuyaniyek derbarê hilbijartinên serokatiyê yên Sûriyê de belav kir û helwesta li ser wan hilbijartinan nîşan da.

ENKS di daxuyaniya xwe de ragihand, di dema ku gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe yê netewî û olî ji ber kuştin, wêrankirin, koçkirin û hejariyê dinale, du li ser sê ji gelê Sûriyê koçber û penaber bûne û zemîneya ewle û li bar nîne,  rêjîma Sûriyê li dijî îradeya gelê Sûriyê û îradeya  navdewletî û hemû biryarên wê, dest bi amadekariyên hilbijartinên serokatiya Sûriyê kirine.

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de ENKS diyar dike: “Ev rejîm ji bilî êşa giştî ya xelkê Sûriyê, siyaseteke nijadperest a krêt li hember gelê me yê kurd pêk tîne, ji guhartina demgrafiyê, proseyên erebkirinê û bêparkirina gelê me ji mafên xwe yên neteweyî yên herî bingehîn dimeşîne. Rêjîma nav hemû siyasetên awerte bi serê gelê me tîne, ji ber ku ew  li herêmên xwe tevlî şoreşa Sûriyê ya aştiyane bûne.”

ENKS dibêje, “Em di Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê wek pêkhateyeke opozîsyon û şoreşa Sûriyê, bang li civaka navdewletî, destên dike fişarê li rêjîma Sûriyê bikin, ji bo îradeya navdewletî ya pêkanîna çareseriyeke siyasî ya dadwerane bi cih bike, bi awayekî ku êş û azarên Sûriyan bi dawî bibe û gelê Sûriyê azadî û rûmetê de bijî.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin