ENKS: Tiştek li gel rejîmê tune ye bide gelê Kurd

ENKS: Tiştek li gel rejîmê tune ye bide gelê Kurd

.

A+A-

Endamê Komîteya Navendî ya ENKSê, diyar dike, “Em wisa dibînin ku danûstandinên li gel rejîmê di vê qonaxê de em sûdê jê nagirin, ji ber ku rejîmê tiştek li gel tune ye ku bide gelê Kurd.”

Piştî destpêkirina krîza Sûriyê û heya niha Hikûmeta Sûriyê ne amade ye bi awayekî cidî û praktîkî nêzîkî daxwaziyên Kurdan bibe tevî ku Rûsya bi rêya Wezareta Derve çend caran ragihandiye ku piştevaniya diyalogekê di navbera herdû aliyan de dikin lê heya niha di warê praktîkê de ti pêşketinek çênebûye tevî ku zêdetir ji 6 salan li ser damezrandina Rêveberiya Xweser re derbas bûne.

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî di wê baweriyê de ye ku hikûmeta Şamê tiştekî nade Kurdan, ji ber ku di dema rewşa xwe ya herî lawaz de ber bi Kurdan ve nehat tevî hewlên çend aliyên Kurdî bi navbeynkariya Rûsya.

Nafie Ebdulla, Endamê Komîteya Navendî ya ENKSê, diyar dike, “Em wisa dibînin ku danûstandinên li gel rejîmê di vê qonaxê de bê encam e û em sûdê jê nagirin, ji ber ku rejîmê tiştek li gel tune ye ku bide gelê Kurd. Rejîm di lawaztirîn rewşa xwe de li ber tiştekî nehat bo gelê Kurd.”

Di dema çend salên borî de, Rêveberiya Xweser dibêje wan çend caran amadebûna xwe ji bo diyalogê nîşan daye lê ji ber ku ti plan û projeyeke hikûmeta Sûriyê bo Kurdan nîne û ji ber hewlên lihevkirina di navbera Sûriyê û Tirkiyê deş heya niha diyalog bi ser neketiye.

Hikûmeta Şamê Rêveberiya Xweser bi alîkariya hêzên biyanî bi taybetî Amerîka tometbar dike û projeya Rêveberiyê bi parçekirin û cudakirina ji Sûriyê bi nav dike, ji ber van sedeman heya niha siberoja Kurdan û Rojavayê Kurdistanê ne zelal e û her ku diçe metirsî li ser zêdetir dibe bi taybetî piştî kontrolkirina Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ji aliyê Tirkiyê ve û nebûna helwesteke cidî ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin