ENKS li Moskowê ye

ENKS li Moskowê ye

Şanda Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) li Moskowê bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihaîl Bogdanov re civiya.

A+A-

Sputnikê ragihand nûnerên ENKSê yên Komîteya Pêwendiyên Derve di hevdîtinê de daxwaz ji Rûsyayê kirine ku dixwazin di nav komisyona çêkirina destûra bingehîn a Sûriyeyê de cî bigirin.

 

Nûnerê Pêwendiyên Derve yê ENKSê Kamuran Haco derbarê hevdîtinê de da xuyakirin, "Me ji Bogdanov daxwaz kiriye ku em jî dixwazin wek ENKS di nav komisyona destûra bingehîn a Sûriyeyê de cî bigirin."

Haco destnîşan kir, her çiqas ew beşek ji opozîsyona Sûriyeyê bin jî ew dixwazin bi navê ENKSê ji bo parastina mafên kurdan di komisyonê de hebin.

Haco herwiha diyar kir ku ew dê li ser navê opozîsyona Sûriyeyê di komisyonê de cî bigirin û hê hejmara nûnerên wan ên beşdariyê bikin diyar nebûye.

Di Kongreya Dîyaloga Niştîmanî ya Soçiyê ku dawiya meha Çileya 2017an hatibû lidarxistin, birayara damezirandina komisyona destûrê hatibû wergirtin ku dê xebatên komisyonê li Cenevê berdewam bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin