ENKS: Ji bo ku rojhilatê Firatê jî mîna Efrînê lê neyê, divê kurd yekrêz bin

ENKS: Ji bo ku rojhilatê Firatê jî mîna Efrînê lê neyê, divê kurd yekrêz bin

Berpirsekî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje, ji bona ku rojhilatê Firatê jî mîna Efrînê nekeve destê Tirkiyê, divê TEV-DEM bi ENKSê re bi tifaq û yekrêz be.

A+A-

Berpirsekî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje, ji bona ku rojhilatê Firatê jî mîna Efrînê nekeve destê Tirkiyê, divê TEV-DEM bi ENKSê re bi tifaq û yekrêz be.

Serokê Nûneratiya ENKS li Herêma Kurdistanê Ebdulkerîm Mîranî li ser rêkeftina Amerîka û Tirkiyê bo avakirina herêma aram li Rojavayê Kurdistanê ji K24 re ragihand, careke din dîrok xwe vedigerîne û careke din çarenivîsa Kurd ne di destê Kurdan de ye.

Ebdulkerim Mîranî got: Em wek ENKS ligel avakirina herêma ewle li Kurdistana Sûriyê ne û ew herêm ji aliyê xelkê wê herêmê ve bê birêvebirin û di bin çavdêriya navdewletî de be. Lê Tirkiyê dixwaze wê herêmê ava bike, ji bo guhartina demografî li Kurdistana Sûriyê çêbike û dora 5 milyon koçberên Sûrî li wê herêmê bicîh bike.

Wî berpirsê ENKSê amaje bi wê yekê jî kir, ta niha xalên wê rêkeftinê nehatine zelalkirin, lê Tirkiye dixwaze senaryoya Efrînê li rojhilatê Firatê dubare bike û hemû kiryarên kirêt yên li Efrînê dibin; wek destdanîna ser mal û milkên xelkê, guhartina demografî û revandin welatiyan bike. Ev jî bi ti awayekî nayê qebûlkirin.

Derbarê rûbirûbûna pilana Tirkiyê de jî, Serokê Nûneratiya ENKS li Herêma Kurdistanê tekez kir, gava herî sereke li pêş pilana Tirkiyê ew e, yekrêzî û yekhelwestiya Kurd e, dema Kurd yekrêz bin bihaneyên Tirkiyê jî namînin û dê nikaribe gefên bi vî awayî bixwe.

Mîranî rexne li TEV-DEMê jî girt û got: Berî Efrîn bê dagîrkirin jî ev gotara me bû, lê mixabin ev yek pêk nehat. Niha bo rojhilatê Firatê jî pêwîst e herî kêm ENKS û TEV-DEM li hev bikin û vegerin rêkeftina Duhokê bicîh bikin, da ku gefên Tirkiyê sivik bibin û dostên me karibin alîkariya me bikin, lê TEV-DEM nake. TEV-DEM amade ye bi her kesî re lihev bike, tenê bi Kurdan re nake.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin