ENKS: Hevdîtinên bi Şamê de re divê di bin çavdêriya dewletên navdewletî de çêbibin

ENKS: Hevdîtinên bi Şamê de re divê di bin çavdêriya dewletên navdewletî de çêbibin

.

A+A-

Endamê komite ya pêwendiyên derve yê ENKS ê Îbrahîm Biro ragihand ku divê têkiliyên bi Şamê re bên meşandin, di bin çavdêriya dewletên navdewletî de bimeşin û daxwaza xelkê jî ev e. Biro ragihand ku fermandarê hêzên HSD ê Mazlûm Abdî gotiye divê bi Şamê re diyalog bê danîn û li ser vê gotinê weha got:

“Temamê xelkê Sûriyê diyalogê dixwaze lê dixwazin ev diyalog di bin çavdêriya dewletên navdewletî de be. Eger terefekî bi rejîmê re bikeve nav diyalogê, ev yek, bi ser nakeve. Ji ber li Sûriyê bi salaye şer dewam dike, gelek kes mirin, koç kirin û welat vala bû.

Guherîna rejîmê daxwaza herî mezin ya xelkê Sûriyê ye. Beşer Esed weka serokê Sûriyê ji aliyê herkesî de nayê qebûlkirin. Hetta dostên rejîmê bi xwe jî zanin ku Esed ne çareseriye.”

Li ser mijara yekîtiya Kurdan îbrahîm Biro behsê kir û got:

“Diyalog demeke dirêje ji aliyê Amerîkayê de tê şopandin. Ev rewş di nav xelkê me de hêviyekî çêkir. Diyalogên ku hêvî didin xelkê me, bi desteka serok Barzanî çêbûn lê PYD vêya îhlal kir. Em fikirîn ku diyalogên di bin çavdêriya Amerîka de biser bikevin lê heya niha ti gav nehatin avêtin.”

Biro got ku Amerîka ji sala 2014 an heya niha bi gelek terefan re muzakere û hevkariyên leşkerî kir û weha dewam kir:

“Lê di mijara dagera Pêşmergeyên Roj û xebatên wan yên li herêma Kurdistanê de, heya niha niqaşekî an hevdîtinekî çênebû.”

Di mijara diyalogeka nûh ya di nav Kurdan de dê destpêbike an na de Biro bersiveka weha da:

“Hêviya me heye ku diyalog bibe lê tevî di ser desthilata Biden de 6 meh derbas bû, heya niha nûnerekî xwe bo Sûriyê destnîşan nekiriye. Ev jî nîşan dide ku Amerîka girîngiyê nade halê Sûriyê û bo deverên Kurdî rewşê piştguh dike. Di dewrên ku giraniya Amerîkayê dihat hîskirin de, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî ji dest çûn û giringiyê neda deverên Kurdî.”

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin