ENKS: Heta rêkeftin bi PYNK re çênebe em beşdarî hilbijartinan nabin   

ENKS: Heta rêkeftin bi PYNK re çênebe em beşdarî hilbijartinan nabin  

.

A+A-

Serokê Nûnertiya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya li Herêma Kurdistanê Ebdulkerîm Mîranî li ser daxuyaniyên pêkanîna hilbijartinan li Rojavayê Kurdistanê got, ew ne dijî hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê ne, lê bêyî rêkeftina bi Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) re ew beşdarî hilbijartinan nabin.

Serokê Nûnertiya ENKSê li Herêma Kurdistanê Ebdulkerîm Mîranî, li ser mercên hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê û Diyaloga Kurdî-Kurdî ji Rûdawê re daye xuyakirin, ew bi ti şêweyekî ne li dijî hilbijartina ne bi mercê ku li ser zemîneyeke aram û di demeke guncaw de be.

Mîranî diyar kir: “Niha du aliyên sereke yên Rojavayê Kurdistanê, ENKS û PYNK di nav danûstandinan de ne û hêj negihîştine encamekê. Em bi hêvî ne ku bigihîjin encamekê.. Herwiha nîvê Rojavayê Kurdistanê niha di bin dagirkeriyê de ye û ji bilî vê xelk koçber bûne, ev hilbijartin dê bi çi şêweyekî bên lidarxistin. Eger hilbijartinek bê kirin divê di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî û welatên Ewropayê de be.”

Mîranî destnîşan kir ku bêyî tifaqa di navbera ENKS û PYNKê de ew beşdarî hilbijartinan nabin û ew yek ji mercê beşdariya wan a hilbijartinan e.

Mîranî herwiha gotiye, ew ji dema hilbijartinê û ji wê yekê ku hilbjartin li deverên ku Ereb lê dijîn bên kirin nerazî ne û daye xuyakirin ku ew naxwazin dijberekî din jî ji xwe re peyda bikin.

Ebdulkerîm Mîranî herwiha bibîr xistiye, “Ev dema ku Rojava tê re derbas dibe, eger hilbijatin bên kirin, dê ev hilbijartin ne serkeftî bin.”
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin