ENKS: Em rêkeftineke ku berdewamiya wê hebe dixwazin

ENKS: Em rêkeftineke ku berdewamiya wê hebe dixwazin

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Serokê Şanda Danûstandkar a ENKSê Mihemed Îsmaîl ragihand: “Mebesta me ew e ku em rêkeftineke cidî dixwazin, rêkeftineke ku berdewamiya wê hebe. Ne ku sibe surprîz ji me re derkevin.

A+A-

 

Serokê Şanda Danûstandkar a ENKSê Mihemed Îsmaîl beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser rêkeftina Lêvegera Kurdî ya Bilind ku di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) de ye, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Mihemed Îsmaîl li ser pirsa "Heft meh di ser danûstandinên navbera ENKS û PYNKê re derbas bûn, raya giştî ya Kurd bi meraq temaşe dikin, atmosfera danûstandina niha çawa ye?" diyar kir: “Bi rastî mijareke gelek giring e û raya giştî ya Kurdî bi girîngî guhdarî dike. Lê ne gelek rehet e, zehmetiyên wê jî hene. Ji 2014an heta niha dûrbûnek hebû, ew li derekê bûn û em li dereke din bûn. Nêrînên wan sîstemeke cuda bû. Hinek zehmetî hene. Lê belê gavên baş jî hatin avêtin di van meseleyan de. Me nêrîna siyasî ya hevbeş derbas kir, li ser meseleya Lêvegerê heta radeyeke baş derbas dibe. Meseleyên îdarî jî ew xalên rehet û sivik gelek jê jî derbas bûne. Hinek xalên girîng hene ku çawa Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) hevşirîkatiyê ligel PYNK û ligel vê rêveberiya ku heye, bike. Heta niha rêkeftin li ser vê çênebûye, em hêvî dikin ku em karibin wê derbas bikin.”

Îsmaîl eşkere kir: “Mebesta me ew e ku em rêkeftineke cidî dixwazin, rêkeftineke ku berdewamiya wê hebe. Ne ku sibe surprîz ji me re derkevin. Ne rêkeftinek ku di çend rojan de têk biçe. Nexasim welatê Amerîkayê di navberê de ye, dewleteke xwedî hêz e û bizaveke baş di navbera her du aliyan de dike, ku em karibin bigihin encamên baş.”

Serokê Şanda Danûstandkar a ENKSê destnîşan dike: “Pêwîstiya me her du aliyan jî bi rêkeftinê heye. Pêwîstiya miletê me jî pê heye. Qonaxeke tengav e. Miletê me, miletê Kurd, miletê Sûriyê bi giştî ji vê qeyranê westiyane. Em karibin aramiyekê di deverê de çêbikin. Lêvegereke siyasî ya Kurdî çêbibe. Rêveberiyekê çêbibe ku tê de Kurd, Ereb, Suryan, Kildan û pêkhateyên deverê rasterast xizmeta gel bikin. Bêyî nakokiya ligel dewletên derdorê, bêyî nakokiya ligel opozîsyona Sûriyê, ku bibe pêngaveke girîng ji bo pêşeroja Sûriyê ku prosesa siyasî ya Sûriyê bi giştî ku biryara navdewletî pê heye, gaveke bi aliyê wê de jî be.

Herwiha diyar dike: “Em nehatine her tiştî hilweşînin, em dixwazin ku tiştekî dirust ava bibe, ev tecrube û ezmûn, em ne heyînekê çêdikin, em ezmûnek, tecrubeyek li deverê çêdikin ku karibe berdewamiya wê hebe. Berjewendiya miletê me tê de hebe û aramiyek çêbibe.”

Aliyên Kurdî yên ku li derveyî rêkeftina Lêvegera Kurdî ya Bilind mane gilî û gazinan dikin, weke Partiya Pêşverû ku dibêje me projeyek pêşkêş kir û PYNK û ENKS girîngî nedane wê projeyê, li ser vê mijarê Mihemed Îsmaîl eşkere kir: “Dema her kesek destpêşxeriyekê pêşkêş bike, ev zehmet e. Niha destpêşxeriyek heye, bawerî pê çêbû, welatê Amerîkayê çavdêriya vê destpêşxeriyê kir. Derdora miletê me, Herêma Kurdistanê, tev piştevanî û alîkariya vê kir, ev bi rê ve çû û gihişt encamê. Îja yek bibêje na, ji wê vegerin, destpêşxeriyeke din heye, ev hinek zehmet e. Em rêz û îhtîramê li her kesî dikin. Em behsa Kurdan hemûyan dikin.”

Mihemed Îsmaîl da zanîn: “Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) aliyek e, PYNK jî aliyek e ku rêveberiyek heye, bizavek kirine, 6 – 7 sal in heta niha, em nehatine ku bizava wan hilweşînin, wê rêveberiyê hemû hilweşînin, lê em dikarin guhertinan têbixin, ava bikin, xurttir bikin, bihêztir bikin, baştir bikin li gorî tiştekî şaşî li cihekî hebe em ê sererast bikin, heyetek heye mimkun e bibe du heyet, du heyet hene mimkun e bibin yek, tiştê ku berjewendiya miletê me têde ye em ê alîkarî bikin, me li ser vî esasî rêkeftin kiriye. Çi partî û çi jî xelkê ku li derve hene, du rê li pêşiya wan hene, yan hinek tevlî PYNKê bibin, yan bên tevlî ENKSê bibin.”

 

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin