ENKS: Em ê ofîsên xwe vekin, lê ev nayê wateya rûniştina bi PYDê re

ENKS: Em ê ofîsên xwe vekin, lê ev nayê wateya rûniştina bi PYDê re

Berpirsekî Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) got ku ew dê ofîsên xwe vekin, lê nayê wateya ku ew bi PYDê re rûnin.

A+A-

Berpirsekî Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) li ser hewlên Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bo danûstandinên aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê
û destûra vekirina ofîsên ENKSê got ku ew dê ofîsên xwe vekin, lê nayê wateya ku ew bi PYDê re rûnin.

ENKSê û hin partiyên din biryara Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê (PYD) bi guman pêşwazî kiribûn û daxwaza berdana girtîyên siyasî jî kiribûn.

Herwiha endamekî komîteya lihevanînê ya KNKê Dr. Silêman Îlyas diyar kiriye ku rêveberiya xweser soza berdana girtiyan jî daye.

Endamê rêveberiya ENKSê Tahir Hesaf ji K24 re got, “Emê ofîsên xwe vekin lê ev nayê wê wateyê em amade ne bi PYDê re rûnên. Çimkî hîn girtiyên me di girtîgehên PYDê de ne û divê bên berdan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin