ENKS ê ji Mezlûm Kobanî û Amerîkayê re name şand

ENKS ê ji Mezlûm Kobanî û Amerîkayê re name şand

.

A+A-

 Li Binxetê di nav mehekî de rêvebiriya xweser 6 endamên ENKS ê girt. Li ser vê mijarê ENKS nameyekî ji fermandarê giştî yê HSD ê Mezlûm Kobanî û şanda ragantor ya Amerîkayê re şand. Di 17 ê mehê de endamê lecneya cîh ya Partiya Demokrat a Kurdistan a Sûriyê (PDKS) Izedîn el-Mela ji aliyê asayîşa Rojavayê Kurdistanê de hat girtin. Heya niha ciyê Izedîn el-Mela yê 49 salî ne diyare û tewana wî bi çi têkirin nayê zanîn.

Di roja girtina Izedîn de 3 endamên ENKS û berya wê jî 2 endamên ENKS ê ji aliyê Revebiriya Xweser de hatibûn girtin. Sedema girtina wan heya niha nayê zanîn.

Nimet Dawûd ê sekretêrê Partiya Wekheviya Demokrat di mijarê de weha got:

“ Me nameyekî ji HSD û ji şanda gerentor ya Amerîkî re şandiye lê hîn me bersiv wernegirtiye, ev endamên ENKS ê ne û niha em di gotûbêjan de ne. Eger girtina xelkê û kesan ji bo daxwaziyên siyasî bibe duvaş, gelkî xirab e, em dixwazin girtin bisekine, çi yê encûmenê be çi ne yê encûmenê be.”

Asayîşa Rojavayê Kurdistanê derbarê mijarê de bersiva ENKS ê nedaye. Sekreterê Partiya Çep Salih Gedo di mijarê de weha got:

“Ev karekî gelekî xirab e û cihê ne rehetiyê ye, ev kar divê bêne sekinandin, beriya niha çend endamên PYD ê jî li Başûrê Kurdistanê hatine girtin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin