ENKS, daxwaza lêkolîneke navdewletî li ser kuştina Emîn Îsa dike

ENKS, daxwaza lêkolîneke navdewletî li ser kuştina Emîn Îsa dike

.

A+A-

 Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi daxuyaniyekê kuştina endamê PDK-Sê di girtîxaneyên PYDê de bi tundî şermezar kir û ragihand, “Tevî hewla xwevedizîna rêveberiya PYDê ji vê tawanê, lê belê awayê ku ev tawan pê hatiye kirin, nîşan dide ku dezgehên PYDê ev tawana tirsonek kirine.”

Sekreteriya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, “Kuştina endamê PDK-Sê Emîn Îsa piştî binçavkirin wî ji roja 22ê Gulana 2021ê ji aliyê dezgehên PYDê ve, hovîtiya tawanbaran nîşan dide ku li gor daxuyaniya malbata wî (Emîn), bedenê wî rastî eşkenceyên giran, şikandin, şewitandin û elektroşokê hatiye.”

Sekreteriya Giştî ya ENKSê dibêje: “Tevî hewla xwevedizîna rêveberiya PYDê ji vê tawanê, lê belê awayê ku ev tawan pê hatiye kirin, nîşan dide ku aliyê pê rabûye, kontrola hemû amraz û alavên dike û tê bawerkirin ku dezgehên wê (PYD) ev tawana tirsonek kirine.”

ENKS destnîşan dike: “Eger sedema binçavkirina kesê mexdûr û kuştina wî bi vî awayê biêş çi be jî, wijdanê hemû xelkê bi vê tawanê re hejiya û rewşek ji hers û dilgiraniyê li cem bi sedan malbatên girtiyên ku li cem dezgehên PYDê ne, derxist holê.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de ENKS tekez dike: “Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê bi tundî vê tawana tirsonek ya li dijî hemû nirxên mirovatiyê û perensîpên mafên mirovan e şermezar dike û daxwaza vekirina lêkolînekê ji aliyê komîteyeke navdewletî ya bêalî ji bijîşk û mafnasan dike, ji bo aşkerekirina rastiya vê tawanê û aliyên li pişt wê û cezakirina wan.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat: “ENKS ji serkirdatiya HSDê daxwaz dike ku bi erkê xwe rabe û hewlên ji bo têkdana danûstandinên Kurdî tên kirin rawestîne. Herwiha daxwazê ji aliyê Amerîkî yê ku serperiştiya danûstandinên di navber ENKS û PYNKê de dike, fişarê bike ji bo rastiya vê tawanê naskirin û ji raya giştî were aşkerekirin û tawanbar werin dadgehkirin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin