ENKS: Daxuyanîya Rêveberîya Xweser erênî ye

ENKS: Daxuyanîya Rêveberîya Xweser erênî ye

Encûmena Niştîmanîya Kurd li Sûrîyê (ENKS) di derbarê biryara Desteya Navxwe ya Rêveberîya Xweser de daxuyanîyek belav kir, û tê de ragihand, ku ew daxuyanî ji bo nêzîkkirina alîyên Kurdî erênî ye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- ENKSê di daxuyanîya xwe de eşkere kirîye, ku ew di derbarê karê hevbeş û helwesteke yekgirtî ya Kurd de, cidî ne, ji bo ku xizmeta doza Kurd li Sûrîyê bike.

Herweha ENKSê daye zanîn, ku ewê bi cidî û erênî li gel her hewlekê ji bo nêzîkirina alîyên kurd tev bigerin.

Desteya Navxwe ya Rêveberîya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ragihandibû ku ji bo yekkirina gotina sîyasî ya Kurdî li Sûrîyê û avakirina hevbeşîyeke rasteqîn, di navbera Rêveberîya Xweser û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) de, ti astengîyên yasayî li pêş ENKSê tune ne, ji bo ku ofîsên xwe veke, û çalakîyên xwe yên sîyasî, medyayî û civakî, birêve bibe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin