ENKS: Bûyera li Qamişlo êrişeke terorîstî bû

ENKS: Bûyera li Qamişlo êrişeke terorîstî bû

.

A+A-

Şandeke ENKSê serdana konê şîna qurbaniyên êrîşa Tirkiyê ya li Qamişlo kir û ew êriş şermezar kir. Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Nimet Dawûd jî got, bûyera li Qamişlo êrişeke terorîstî bû û take rêya ji bo parastina Kurdan yekrêzî ye.

Roja 9ê vê mehê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê, otomobîlek bombebaran kirin û di encama wê êrişê de kesayetê naskirî Yûsif Gulo, kur û neviyekî jiyana xwe ji dest dan.

Cenazeyên hersê qurbaniyên êrîşa bi dronan ya Tirkiyê duh li Qamişlo bi merasîmeke berfireh bi axê hatin spartin.

Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî îro serdana konê sersaxiyê yê hersê qurbaniyên êrişa Tirkiyê kir.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Nimet Dawûd li bin konê şînê gotarek pêşkêş kir û amaje bi metirsiyên li ser gelê  Kurd û girîngiya yekîtiya netewî kir ji bo xweparastina ji êriş, gef û metirsiyan.

Nimet Dawûd, êrişa li ser endamên malbata Gulo wek “êrişeke terorîstî” binav kir û ew êriş şermezar kir.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê, tekez jî kir ku take rêya li ber Kurdan ji bo xweparastina ji êrişan, pêkanîna yekrêzî û hevgirtin e.

Ew serkirdeyê ENKSê ji Rûdawê re diyar dike, “Em vê bûyerê şermezar dikin, li hemberî van komkujiyên bi serê miletê me de tên, rê tenê yekrêziya Kurdan e. Kurd xwedî maf  in û me zilm li ti kesî nekiriye û em ji her kesî dikin ku alî kar bin.”

Biraziyê Yûsif Gulo, Rêzan Gulo jî ku şêwirmendekî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) duh di merasîma veşartina qurbaniyan de tekezî li ser girîngiya yekîtiya Kurdan kiribû û gotibû, “Em wek malbata Gulo bang li hemû partiyên Kurdî dikin, `werin em bibin yek` ku dijmin partiyan nas nake, dijmin qetla gelê Kurd ji xwe re helal kiriye.”

Di nava sê mehan de ev 7 car in Tirkiye bi dronan li Rojavayê Kurdistanê êrîş dike ku 3 li Qamişlo,2 li Kobanê û 2 êrîş li Til Temirê bûne û di encama van êrîşên Tirkiyê de derdora 20 kes bûne qurbanî.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin