ENKS: Brîtanya piştevanîyê li mafên Kurd li Sûrîyê dike

ENKS: Brîtanya piştevanîyê li mafên Kurd li Sûrîyê dike

Şandeke Desteya Serokatîya ENKSê îro bi Serokê Beşê Sîyasî yê Konsolxaneya Brîtanya li Hewlêrê re civîya û di civînê de, alîyê Brîtanî piştevanîya xwe ji bo çespandina mafên Kurd di destûra Sûrîyê de nîşan da.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Desteya Serokatîya ENKSê îro di daxuyanîyekê de naveroka civîna li Konsolxaneya Brîtanya li Hewlêrê ragihand, ku di civînê de şanda ENKSê rewşa behsa herêmên Kurdî, bi taybet li Efrîn, Serê Kanîyê û Girê Sipî û binpêkirinên mirovî û guhartina demografî yên li wan deveran tên kirin kir.

Herwiha şanda ENKSê behsa rola ENKSê di Desteya Danûstandinan de û nerîna ENKSê li ser pêşeroja Sûrîyê û çareserkirina doza Kurdî tê de ji alîyê Brîtanî re ragihand. Herwiha behsa kedên nêzîkbûna alîyê Kurdî kir û tekezî li ser rola erênî ya Brîtanya wek dewleteke mezin kir.

ENKS da zanîn, di civînê de alîyê Brîtanyî tekez li proseya sîyasî ya Sûrîyê kir û piştevanîya xwe ji bo çespandina mafên Kurd di destûra Sûrîyê de nîşan da.

Di daxuyanîya ENKSê de hat jî, alîyê Brîtanî dîyar kir ku rêjeya nûnertîya Kurdan di Komîta Destûrî ya Sûrîyê de kêm e û bi rêjeya hebûna wê re nagunce. Herwiha proseya guhartina demokgrafî ya li her deverekê red kir û tekezî li ser nêzîkbûna Kurdî – Kurdî kir.

Ji alîyê xwe ve, Endamê Desteya Serokatîya ENKSê Silêman Oso ji K24ê re ragihand, alîyê Brîtanî daxwaz ji alîyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê kir, ku yekhelwest bin û nakokîyên di navbera ENKS û Rêveberîya Xweser de bidawî bikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin