ENKS: Bila bîranîna Helebcê bibe handanek bo yekrêziya kurdan

ENKS: Bila bîranîna Helebcê bibe handanek bo yekrêziya kurdan

.

A+A-

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de kîmyabarana Helebce ji aliyê rêjîma Beis a Iraqê ve şermezar kir û bang li gelê kurd kir, ev bîranîna bi êş bibe handanek ji bo yekrêziya kurdan.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê bi helkefta sî û sêyemîn salvegera kîmyabarana Helebcê peyamek belav kir. Di peyamê de hatiye gotin ku rêjîma herifî ya Beisê ya Iraqê roja 16 Adara 1988an komkujiyek di derheqê xelkê Helebce û gundên derdora wê de kir ku bû sedema şehîdbûna zêdetirî 5 hezar kesan û birîndarbûna nêzî 10 hezar kesên din ku piraniya wan zarok û jin bûn.

ENKSê diyar kir, “Ev êrîş yek ji êrîşên herî giran ên kîmyewî yên li dijî welatiyên sivîl bû. Ji ber hovîtiya vê êrîşa li ser gelê kurd hatiye kirin, hemû mirovahî û wîjdana cîhanê hejiya.”

ENKSê di beşeke din a daxuyaniya xwe de gotiye: “Em wek Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriye, ligel ku vê tawana şermezar dikin, bang dikin ku roja 16 Adarê bibe rojeke cîhanî ya qedexekirin çekên Kîmyayî.”

ENKSê di daxuyaniya xwe de, bang li gelê kurd kir, ev bîranîna bi êş bibe handanek ji bo yekrêziya kurdan li dijî rikberiyan û ji bo parastina destkeftiyên ku serkirdatiya aqilmend a Herêma Kurdistanê bi dest ve anîne.”

Herwiha ENKSê bang li gelê kurd kir, roja 16 Adarê di demjimêr 11:00 de li ser rê û li pêş mal û dikanan 5 kêlîkên bêdeng ji bo giyanên şehîdên Helebceyê rawestin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin