Endonezya- Balafirek bi 62 rêwiyan winda bû   

Endonezya- Balafirek bi 62 rêwiyan winda bû  

.

A+A-

Balafireke Rêyên Esmanî ya Srivijaya ku ji cûreya Boing 737 e, piştî rabûna ji balafirgeheke bajarê Cakarta yê paytexta Endonezyayê, bi 62 rêwiyên têde, winda bû.

Berdevkê Hikûmeta Endonezyayê îro şemiyê 9ê Çileya 2021ê ragihand; balafireke Rêyên Esmanî ya Srivijaya, piştî ku bi hewayê ket, ji radarê winda bû.

Herwiha eşkere kir; niha Ajansa Niştimanî ya Lêgerîn û Rizgarkirinê ligel Komîteya Silametî û Gihandinê ya Navxweyî bi hemahengiyê lêkolînê li ser çarenûsa wê balafirê dikin.

Di balafirê de 62 kes hebûn, ku ji du pîlot, çar karmendên balafirê û rewiyan pêk dihat. Herwiha di nav rêwiyan de 5 zarok hene.

Heta niha rayedarên Endonezyayê nekarîne zanyarî bi dest bixin ku gelo balafir ketiye xwarê yan ji ber pirsgirêka radarê xuya nake.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin